Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî: Salane derdora 236 hezar kesan dixeniqin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî (WHO) ragihand salane li seranserê cîhanê derdora 236 hezar kesan dixeniqin û beşa zêde ya wan kesên jî zarok û ciwan in.

Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî bi helkefta 25ê Temûzê Roja Rûbirûbûna Xeniqînê li bajarê Cinêvê yê Swîsreyê daxuyaniyek belav kir.

Rêxistina navborî di daxuyaniya xwe de dibêje salane li seranserê cîhanê 236 hezar dixeniqin û di nav zarok û ciwanan de xeniqîn yek ji sedemên sereke yên mirinê ye.

Rêxistina Tendirûstî ya Cihanî da zanîn ku zêdeyî ji sedî 90ê bûyerên xeniqînê li welatên cîhanê yên hejar û xwedî dahateke navendî tên tomarkirin û dibêje “ Bi taybetî li welatên hejar zarok yek ji wan grûban e ku herî zêde rûbirûyî metirsiya xeniqînê dibin.”

Ew rêxistinê got jî  “Bûyerên xeniqînê bi piranî ji ber sedemên xwe şûştina di nav avan de, dabînkirina ava vexwarinê, bikaranîna beleman an jî girtina masiyan çêbûne. Ji bilî vê yekê barana zêde ya Muson jî yek sedema bûyerên xeniqînê ye.”

Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî di dawiyê de tekezî li tedbîrên rûbirûbûna xeniqînê jî kiriye û ragihandiye ku dikare bi wan tedbîran rê li bûyerên xeniqînê bê girtin.