MUNCHEN – Rûdaw li mala êrişker e!

Munchen (Rûdaw) - Polîsê Almanayê zanyariyên nû li ser êrişkerê dûhî yê bajarê Munchenê belav kir.


Şeva Înê li nav Bazara Olympia Einkaufszentrum a bajarê Munchenê yê Almanya êrişeke çekdarî pêk hat û û di encamê de 9 kes hatin kuştin 16 kes jî birîndarbûn.


Li gorî zanyaryên polîsê Almanyayê, ew êrişkerê Munchenê 18 salî ye, nawê wî Elî David Sonbolî ye û bi rêgez Îranî ye, lê li Almanyayê jidayîk bûye.


Peyamnerê Rûdawê li Munchenê Zinar Şino serdana mala Elî David Sonbolî kir û ragihand, wî ew 300 guleyên di êrişê de bikarnîn  ji mala xwe biriye.


Herwiha hat gotin Sonbolî nexweşiya wî ya derûnî jî hebû.