Wezareta Koçberan a Denmarkê ji Rûdawê re: Em penaberên Sûrî bi zorê venagerînin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Koçberan a Denmarkê ji Rûdawê re ragihand ku welatê wan penaberan “bi zorê venagerîne Sûriyê” lê rayedarên wan gihîştine wê encamê ku rewşa parêzgehên Şam, Rîfa Şamê û Laziqiyê “guheriye”; Ji ber vê yekê, penaberên ji her sê parêzgehan dê bêne nirxandin û heger bê dîtin ku piştî vegerê metirsiya çewsandinê li ser wan nîne dê mafê wan ê mayîna demkî were betalkirin.

Di meha Adarê de, Human Rights Watch ragihand ku penaberên Sûrî yên li Denmarkê di bin metirsiya vegera bi zorê de ne.

Hikûmeta Denmarkê di sala 2019an de parêzgehên Şam û Rîfa Şamê û di destpêka Adara îsal de jî Tertûs û Laziqiye wek "ewle" ji bo jiyanê binav kir ku her çar parêzgeh jî di bin kontrola Hikûmeta Sûriyê de ne. Human Rights Watch got, “Tesnîfkirin tê wê wateyê ku penaberên Sûrî yên ji wan herêman dikarin mafê xwe yê parastina demkî li Denmarkê ji dest bidin û neçarî vegerê bêne kirin.”

Wezareta Koçberan a Denmarkê îro Înê di emailekê de ji Rûdawê re ragihand, “Denmark xwe ji gavên ku wek asayîkirina peywendiyên bi rejîma Sûriyê re bên dîtin, dûr digire” û lê zêde kir, “Denmark bi ti awayî fikra wî tiştî nake ku bi rejîmê re rêkeftineke vegerandina bi zorê bike.”

Li gorî daxuyaniya wezaretê ji Rûdawê re, parêzgeha Tertûsê êdî di nav wan cihên ku Denmark ji bo vegera penaxwazan ewle dibîne de nemaye.

Wezareta Koçberan a Denmarkê anî ziman, “Di vê demê de, rayedarên koçê yên Denmarkê tenê kesên ji Şam, Rîfa Şamê û Laziqiyê di derbarê betalkirin an redkirina dirêjkirina destûra rûniştina wan a demkî de dinirxînin” û got, “Betalkirin tenê ji bo rewşên ku li gorî nirxandinên saziyan heger vegere di bin xetereya çewisandinê de nebe.”

Wezareta Koçberan a Denmarkê diyar kir ku hemû dozên betalkirina rûniştina demkî an redkirina dirêjkirina mafan pêşî ji aliyê Dezgeha Koçberiyê ya Denmarkê ve têne nirxandin û piştre ji aliyê Lijneya temyîzê ya penaxwaziyê ya bi serokatiya dadwer ve biryara dawî didin.

Wezareta Koçberan a Denmarkê ji Rûdawê re nivîsî, “Tenê 2 haletên kesên ji Laziqiyê ji aliyê Lijneya Penaberan ve hatine nirxandin. Desteyê dît ku daxwazkar ji ber şert û mercên wan ên şexsî pêwîstiya wan bi parastinê heye lewma mafê penaberiyê wergirtine.”

Parêzgeha Laziqiyê dikeve ser Deryaya Spî û di tevahiya şer û pevçûnan de di bin serweriya hikûmeta Beşar Esed de bû.

Ji sala 2019an ve, Denmarkê ji 1,300 dozên ku lêkolîn kirine, destûra rûniştinê ya 150 penaberên Sûrî yên ji Şamê û derdora wê betal kirine.

Di sala 2021an de, parlementerên Yekîtiya Ewropayê rexne li Denmarkê kirin ku hewl dide penaberan vegerîne Şamê piştî ku Hikûmeta Denmarkê got ku şert û mercên li paytexta Sûriyê xweş in.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Denmark û Macaristan tekane welatên Yekîtiya Ewropayê ne ku mafê mayîna penaberên Sûriyeyê betal kirine.

Ew wek penaber ji bo navendên vegerê hatine şandin an jî bi dilê xwe ji Denmarkê derketine.