Li Almanyayê gera duyemîn a hilbijartina Serokomariya Tirkiyê bi germî birêve diçe

Almanya (Rûdaw) – Dengdana welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bo gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê berdewam e. Li Almanyayê jî dengdrên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi germî diçin ser sindoqên dengdayînê.

Proseya gera duyemîn a hilbijartina serokomariya Tirkiyê li Almanyayê berdewam e. Xelkê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên li wî welatî, diçin ser sindoqan û deng didin. Ev yek di demekê deye ku 3 milyon û 400 hezar dengdêr dikarin li derveyî Tirkiyê dengê xwe bidin.

Piraniya dengderên derve yên Tirkiyê li Almanyayê dijîn û beşeke zêde ya wan di hilbijartinên 14ê Gulanê de dengê xwe dabûn Erdogan.

Dengdêr Nevin dibêje: “Ji bo min tişta girîng ew e ku hikûmeteke bihêz, cîhê baweriyê û xwedî biryar li Tirkiyê bibe desthilat. Ez nifşê duyem ê Tirk im li Almanyayê. Peywendiya min li gel welatê min qut nebûye. Peywendiya min bihêz e, lewma jî ji bo min girîng e ku welatê min bihêz be. Bi nêrîna min tenê Erdogan dikare. Ji yên din baştir e.”

Dengdêr Gonûl Yildiz jî got: “Min dengê xwe da. Ji bo min gelek girîng bû ku dengê xwe bidim. Ev dema 20 salan e ku ew li desthilatê ye û em gelek jê razî ne.”

3,4 milyon dengdêr li derveyî Tirkiyeyê xwedê maf in ku dengê xwe bidin. Di gera yekemîn de ji sedî 57,7ê dengan ji Serokomarê Tirkiyê û Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan re, ji sedî 40 jî bo hevrikê wî Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kliçdardoglu çûn.

Di gera yekemîn de ji sedî 65 ê hilbijêrên li Almanyayê dengê xwe dan Recep Tayyîp Erdogan.  

Li bajarê Essen ê Almanyayê , ji sedî 70 ê dengan ji Serokkomarê niha yê Tirkiyeyê re bû . Yasîn welatiyekî Kurd ê ji herêna Serhêdê ya Bakurê Kurdistanê ye. Ew dixwaze vê carê encamên hilbijartinên rewşê biguherîne.

Yasîn wiha got: “Em weke Kurd bêkes in û tiştekê me nîne ne ziman û ne axa me. Em nabêjin Kemal ji bo me baş e yan na, lê em dizanin dijminekî me heye. Dibe ku ne baş be jî. Lê îro Selahattin Demîrtaş di girtîgehê de ye û dilê wî li ser Kemal Kiliçdaroglu ye.”

Li 16 binkeyên dengdanê li konsulxaneyên Tirkiyeyê yên li Almanyayê, dengdêr dikarin bo gera duyemîn dengê xwe bidin.