Serokwezîra Swêdê: Danûstandin dê demekê bidomin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson ku welatê wê ji aliyê Tirkiyê ve bi hinceta piştgiriyê dide Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê neyînî nêzîkatiya endamtiya NATOyê hat kirin, diyar kir ku danûstandinên bi Tirkiyê re dewam dikin û dê demekê bidomin.

Magdalena Andersson helwesta Tirkiyê ya ji bo endamtiya Swêdê bo NATOyê nirxand û diyar kir ku ew danûstandinên xwe yên bi Tirkiyê re didomînin.

Andersson ji ajansa fermî ya Swêdê TT re axivî û got, "Min dawiya vê hefteyê bi Serokkomar Erdogan re hevdîtineke xweş û erênî pêk anî. Di demeke nêzik de dê hevdîtinên tek û kom yên Swêd û Fînlandê bi Tirkiyê re berdewam bikin lê danûstandin dê hinekî dem bigire."

Andersson diyar kir ku ew li benda danûstandinên bi Tirkiyê re ne û got, "Ew yek ji welatên yekem in ku PKK xistiye lîsteya terorê.”

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ji bo Wezîrên Derve yên Swêd û Norwêcê yên ku dixwestin hevdîtina bi Tirkiyê re pirsgirêkê çareser bikin gotibû, "Wezîrên derve yên her du welatan wê bên Enqereyê, bila neyên."