Berpirsên Ukrayna: Rûsyayê bordûmankirina bajar û bajarokên Donbasê zêdetir kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên Ukrayna ragihand ku Rûsyayê di berdewamiya êrişê xwe de bordûmankirina bajar û bajarokên Donbasê zêdetir kiriye.

Stargeha Herêma Donbasê ya Ukraynayê bo vî zarokî cihê leyistikê ye; niha ew ligel dayîk û dehan kesên din bo wergirtina şorbeyeke germ ku rêxistinên xêrxwazî belav dikin, dê rêzê de rawestiya ne.

Koçberê  li Herêma Donbass Reginev dibêje: “Gundê me ji aliyê Rûsyayê ve hat bordûmankirin. Em nêzîkî hêla pêş a şer bûn û hatine vê derê, spas bo Xwedê evder baş e, herçiqas cihekî sar e, lê baş e.”

Pileya germê li stargehê bi roj nêzîka 9 pile ye; sermayê, bandoreke nerênî li vê dapîra temen 78 salî kiriye, ji ber xizmetguzariya kêm a tendirûstî, tîmên Xaça Sor a Ukraynî beşa zêde ya erkan cîbicîh dikin.

Serokê Tîma Bersivdana Bilez a Xaça Sor a Ukraynî Taras dibêje: “Bi giştî yên ku li vê derê ne xaniyên wan wêran bûne, bordûman hatine zêdekirin û rewş girantir bûye.”

Serbazên Rûsyayê kêmî 65 kîlometreyan dûrî vê derê ne; Zêdebûna bordûmanê hevdem e ligel daxuyaniya Rûsyayê ku têde armanca qonaxa duyem a operasyona xwe ya serbazî wek kontrolkirina Donbas û tevahiya başûrê Ukraynayê, destnîşan kir; Wêranbûna zêdetir a navçeyên sivîl, destparêziya kêmtir a artêşa Rûsya û Ukraynayê pêşan dide; Hejmareke zêdetir a xelkê jî koçber dibin û guşarên ser xorakê jî berfirehtir.

Nanfiroş Tetiana jî got: “Nikarim bajarê xwe bicîh bihêlim, ez ji bajarê xwe hez dikim. 20 sal e li vî bajarî nan difroşim, çawa niha ji ber êrîşeke Rûsyayê dest ji vî xelkê berdim. Binêre, ligel şer hê jî hejmareke zêde ya xelkê maye.”

Hejmareke hûr li ser reviyayiyên bakurê Donbasê nîne, lê hinek çavkaniyên xwecihî behsa koçberbûna nêzîka 4 milyon kes dikin. Hinek ber bi navçeyên bin destê hêzên çekdar ên herdu komarên îtirafpêkirî Luhansk û Donetskê diçin û li gor beşeke wan jî mana li Ukraynayê baştir e.

Posteciyê niştecihê Donbasê Danylo jî got: “Heta berî şer jiyan li vî beşê Donbasê ku di bin destê artêşa Ukraynayê de ye,  baş bû. Kar û meaşê me yê baş hebû. Rast e li Luhansk û Donetskê gelek xizim û hevalên me hene lê li wir bêkarî ye, bi nerîna min mana li beşê bin destê Ukraynayê de bisûdtir e.”

Lê di şer de mana bi saxî dibe karê serekî û bi ser berjewendiyên giştî de zal dibe; Li vê nexweşxaneyê rojane birîndarên nû tên razandin. Mala Olyana temen 81 salî hatiye bordûmankirin û bê cih maye û bo çarenivîsa salên dawî yên temenê xwe digrî.

Rêya ber bi Donbasa bin destê alîgirên Rûsyayê diçe; ji vê derê ve dengê top û gulleyan her diçe nêzîktir dibe û nayê zanîn şerê Donbasê kengî û çawa bidawî dibe.