Serokê CIAyê: Qasim Silêmanî gelek bi hêrs e

 

Navenda Nûçeyan – Serokê CIAyê John Brennan ji bo Fermandeyê Hêza Quds a Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî got ew gelek bi hêrs e û di têkoşîna li dijî DAIŞê de dibe sedema astengiyan.

 

John Brennan ji televîzyona FOXê re got bi saya êrişên asmanî yên hevpemaniya navdewletî DAIŞê li Iraq û Sûriyê lawaz bûye.

 

Brennan anî ziman ku Îran ji ber berjewndiyên xwe li Iraqê li dijî DAIŞê tevdigirê.

 

Brenan herwiha pêwendiyên Îranê yên bi mîlîsên şîe re jî rexne kir û got, Qasim Silêmanî gelek bi hêrs e û di têkoşîna li dijî DAIŞê de dibe sedema zêhmetiyan.

 

John Brennan ji bo rexneyên ku “Amerîka niha li Iraqê destûre dide Îranê ew rolek girîng bistîne” wiha got: “Em rê nadin ku Îran li Iraqê roleke girîng werbigre. Li gorî min ew ligel Iraqê tevdigerin daku wê role bistînin lê em jî ligel Iraqê dixebitin.”