Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Amerîkayê: Divê em Kurdan biparêzin

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan got ku divê Washington Li Sûriyeyê Kurdan biparêze.

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û dawî li desthilata Beşar Esed hat.

Piştî ku rejîma Esed rûxiya Tehrîr El Şamê piraniya Sûriyeyê kontrol kir, li Rojavayê Kurdistanê jî di navbera komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê û HSDyê de şer û pevçûnên giran diqewimin.

Li aliyê din, Tirkiye jî di van demên dawî de gefên ji bo operasyoneke li Rojavayê Kurdistanê gefên xwe zêde kirine.

"Hevkarê me yê herî baş û herî nêzik"

Di hevpeyvîneke li gel Gzero Mediayê ya Amerîkî de Jake Sullivan di şerê hemberî DAIŞê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wekî "hevkarê herî baş û herî nêzik" ê Amerîkayê bi nav kir û wiha got:

"Yek ji mijarên mezin ew e ku em di têkoşîna dijî DAIŞê de piştgiriyê bidin hevkarên xwe yên herî baş û nêz û em mil bi mil bi wan re ne, ew jî Hêzên Sûriyaya Demokratîk in ku hêzeke bi pêşengiya Kurdan e lê di nav wan de gelek Ereb jî hene ku şer dikin.

"Divê em Kurdan boparêzin"

Di beşeke din a axaftina xwe de Sullivan wiha anî ziman:

Pêdivî ye ku em piştgirîya wan bikin û piştrast bikin ku ew li cîhê di parastinê de bin da ku bibin hevkarên baş ên berê, di nav wan de rêveberiya van girtîgeh û kampên pir mezin ên ku bi hezaran çekdarên DAIŞ’ê û bi deh hezaran endamên malbat, hevjîn û zarokên wan tê de ne.

Heger hemû derbikevin, dê ji bo herêmê û di dawiyê de jî ji bo Amerîkayê bibin metirsiyeke pir mezin. Ji ber vê yekê divê em Kurdan biparêzin. Serok Biden wê yekê dike armanc."

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê sereke yê HSDyê ye, ji aliyê Tirkiyeyê ve wekî baskê PKKyê tê dîtin.

Di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) de, nêzîkî 2 hezar leşkerên Amerîkayê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hene.

Washington xebatên xwe yên dîplomatîk ji bo rawestandina şerê di navbera HSDyê û komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike didomîne.

Li aliyê din HSDyê ji bo kêmkirina fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê hin pêşniyar pêşkêş kirin.

Herêma bêçek

HSDyê pêşniyar kiribû ku li derdora bajarê Kobaniyê herêmeke bêçek bê avakirin û hin şervanên ne Sûriyeyî ji wê derê bên veguhastin.

Lê belê Tirkiyeyê dibêje ji bo agirbesta bi HSDyê re pêwîst e rêxistin bi temamî bêçek bibe û wekî şertê pêşî were tasfiyekirin.