Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di peywendiyeke telefonî de rêkevtina Şingalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike îro Sêşemê 22yê Kanûna 2020an peywendiyeke telefonî pêk anîn û di wê peywendiya telefonî de pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çend mijarên din hatin gotûbêjkirin.
Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peywendiya telefonî de herdu aliyan li ser kêşeyên pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin, bi taybetî jî li ser mijara budceyê.
Di daxuyaniyê de hate ragihand ku Mesrûr Barzanî pêşniyar kir ku Amerîka û Neteweyên Yekbûyî bi awayekî çalak û di asteke bilind de, beşdarî hewldanên çareserkirina pirsgirêk û gihiştina rêkeftinekê ya navbera Herêm û Hikûmeta Federal de bibin.
Barzanî spasiya helwesta Pompe kir, ku bûye piştevan Herêma Kurdistanê bi awayekî dadperwerane para xwe ya di budceyê de werbigre û di dema karê xwe de berdewam piştevaniya Herêma Kurdistanê kiriye.
Her wê peywendiya telefonî de herdu aliyan tekezî li giringiya pêşxistina zêdetir a peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hat kirin, bi taybetî di warê enerjiyê de, Barzanî amaje bi giringiya berdewambûna alîkariyên Amerîkayê kir ji bo hêzên Pêşmerge.
Herdu aliyan di beşek din a axavtina xwe de, astengiyên di warê aramiya ewlehiyê li navçeyê û nehiştina aloziyan li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Sûriyê û giringiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê gotûbêjkirin.
Di heman demê de bi girîng behsa vegera koçberan bo ser mal û warên xwe hat kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse