“Li Ewropa hevaltiya keçeke por zer tenê xewnek e”

 

Stokholm (Rûdaw)- Geştên asmanî yên Herêma Kurdistanê rawesta bûn. Hejmarek koçberên kurd di nava Balafirgeha Stokholmê de li bersivekê digeriyan ku kengî dê geşt balafiran bo Kurdistanê dest pê bikin. Hejmarek jî li wir asê mane û nizanin çawa vegerin Herêma Kirdistanê.

Tarik Mihemed, ku yek ji wan koçberên kurd bû ku li balafirgehê li ser kursiyekî rûniştibû û di dawiyê de ligel 17 koçberên din bi transît vegeriya Hewlêrê.

Tarik berê xwe dabû Swêd, lê li ser daxwaza xwe vegeriya Kurdistanê. Mafê wî nemabû ku vegere nava kampê, lewma heta ku vegeriya Hewlêrê li balafirgehê û li ser cadeyan bû, ji ber ku pere pêre nemabûn.

Li Balafirgeha Alannda ya nêzîkî Stokholmê, Tariq û Ehmed û Salar ku hevalê hev in, ligel 14 koçberên din çaverê vegera xwe bûn bo Herêma Kurdistanê.

Ehmed ji Rûdawê re ragihand: “Em bi meşê hatin, lê vegera me ji hatinê zehmetir bû. Em hatin xapandin.”

Lê Salar dibêje, “Ez poşman nebûme bi vê geştê. Min bi hatina xwe bo Ewropa tenê pereyên geştekê Libnanê yan bo Antalya xerc kir. Wa min xewna Ewropa bi dest anî û dawî hat.”

Salar bi hezar û 500 dolarî gihîşt Swêdê, lê hevalê wî Karwan ji ber xapandina qaçaxçiyan bi qasî 35 hezar dolar gihîştiye Swêdê û herdu jî di dawiyê de vegeriyan Kurdistanê.

Karwan ji Rûdawê re axivî û wiha got: “Yê qaçaxçî soz dabû me ku me bi yextê bibe, lê em bi belemê birin. Ez dest ji mafê xwe bernadim, dema ku ez bigihêm Kurdistanê, ezê wî qaçaxçiyî bibînim. Bi rêya qanûnî yan eşîrî be, ezê pereyên xwe jê bistînim. Wan qaçaxçiyan li Kurdistanê ofîs vekirine û destên mezin li pişt wan in.”

2 riyên vegerê hene

2 rê hene bo vegera koçberên ku li Ewropa poşman bûne. Yên ku pereyên wan hene ji bêrîka xwe vedigerin, û yên ku bêpere mane jî, divê çaverê bikin heta hikûmet wan bişîne welatên wan.

Mezintirîn kampa penaberan li Swêdê, li bakurê welat e, ku nêzîkî 900 koçber tê de ne û pirraniya wan xort in. Karmendê kampê ku kurd e, ji Rûdawê re axivî û wiha got: “345 koçberên kurd di kampa me de hene, 200 kesan ji wan navê xwe nivîsandine bo vegerin Kurdistanê.”

Herwiha koçberekê kurd bi navê Sero ragihand: “Ev 2 meh in min navê xwe bo vegerê nivîsandiye, lê ji min re dibêjin divê ti 2 mehên din çaverê bike. Pere bi pirraniya koçberan re tune ye ku li ser hesabê xwe vegerin. Eger ne wisa ba, niha kamp dê valabibû.”

Ji ber nebûna qanûnekê ji vegera koçberan re, carna divê koçber 6 mehan çaverê bikin.

Karmendekî Fermangeha Koçberan a Swêdê ji Rûdawê re ragihand: “Hin car hikûmet pereyên vegera wan dide, wisa koçber gelekî çaverê nakin.”

Xweşiya Ewropa derewekî mezin e

Hîwa, ku kurdekî bajarê Kerkûkê ye û niha dixwaze vegere bajêrê xwe, ji Rûdawê re wiha got: “Ewropa lê nehêja ye ku ti xwe jê re bikî qurbanî. Xweşiya Ewropa derewekî mezin e. Em rojane nêzîkî 2.5 euro distand ligel xwarineke nexweş. Divê ti wek robot kar bike, em nikarin wisa li vir bijîn, lewma ez birevim.”

Civaknasek bi navê Şîlan Marif, ku fermanbera hikûmetê ye, ji Rûdawê re ragihand: “Dirêjtirîn dema mana koçberan di kampê de, mehek e. Sebra kurd tune ye, pirraniya wan hizra vegerê dikin. Koçberên nû nikarin wek xelkê Ewropa bijîn. Pirraniya wan karê sivik kirine û nexwende ne. Herwiha armancên wan tune ne. Wan zû fêm kir ku, hevaltiya keçeke por zer û xweşiya Ewropa tenê xewnek e.”

Karmendekî şîrketa veguhestinê bi navê Nejad Ehmed ragihand: “Hin hefte ji 75 heta 100 koçber bi rêya balafirê ji Swêdê çûne.”

Lê endamê rêxistineke mafê koçberan bi navê Karl Olf Yohan ji Rûdawê re ragihand: “Dewlet koçberan neçar dike ku vegerin welatê xwe. Nedana xizmetan û giraniya jiyanê, destpêka guvaşê ye li ser koçberan da ku bi xwe vegerin welatê xwe.”