Berhem Salih û Joe Biden rewşa navçe û cîhanê gotûbêj kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokê Amerîkayê Joe Biden li New Yorkê civiyan û peywendiyên du alî, diyaloga stratîjî û rewşa navçe û cîhanê gotûbêj kirin.
Li gorî daxuyaniyeke Serokomariya Iraqê, di çarçoveya civînên Lijneya Giştî ya Netewên Yekbûyî li New Yorkê , Serokomarê Iraqê Berhem Salih li gel Serokê Amerîka Joe Biden civya û dawî guhertin û pêşhateyên navçe û cîhanê hate gotûbêj kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin herdu aliyan herwiha danûstandin derbarê peywendiyên dualî yên di navbera Iraq û Amerîka, rêkarên bihêzkirina peywendiyan di warên cuda de di çarçoveya diyaloga stratejîk li ser bingeha berjewendiyên hevbeş û piştevanîkirn li rêkxistina hilbijartinên Iraqê bi awayekî dadperwerane nirxandine.
Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin ku Salih û Bideb tekezî li giringiya şerê terorê li hemû navçeyê kirin.
Di civînê de, Joe Biden piştevaniya Amerîka ji bo parastina asayiş û serweriya Iraqê û rûbirûbûna terorê û bihêzkirina aboriya Iraqê nîşan da û tekezî li ser kar û hemahingiya hevbeş di çarçoveya diyaloga hevbeş de kir.