Xwest ligel Kurdekî bijî lêdan xwar

Koln (Rûdaw) - Keçek libnanî ku dixwest li bajarê Essenê êdî li cem hevalê xwe yê kurd bijî, pêrgî êrişa birayê xwe hat. Ew keç ji dema wê êrişê ve li cihekî nediyar dijî. Ji ber vê êrişê dadgeheke bajarê Essenê li birayê wê ceza birrî.

Keça libnanî ya 20 salî ku êdî nedixwest bi malbata xwe re bijî û biryar dabû ku ligel hevalê xwe yê kurd re bijîn, malbata wê li dijê vê daxwaza wê derket. Birayê keçikê yê 21 salî roja 14ê Kanûna sala borî li xuşka xwe geriyabû û ew li rawestgeha navendî ya trênê ya bajarê Essenê dîtibû. Piştî xuşka wî careke din teqez gotibû ku ewê êdî li cem hevalê xwe bijî, birayê wê di nava xelkê de lêxistibû. Herwiha hevalekî wî yê alman jî alîkariya wî kiribû û qîr dabûn xelkên derdorê yên dixwestin alîkariya keçika ciwan bikin.

Piştî polîs bi hewara keçikê ve hatibûn, di dema birina birayê keçikê ya qereqolê de jî wî sixêf kiribûn polîsan. Di dadgehê de jî ciwanê libnanî yê li xuşka xwe xistî diyar kir ku ew li şûna bavê xwe tevgeriyaya û di nav çanda malbateke libnanî de daxwazeke wisa nikare were erêkirin. 

Dadgeha ciwanan ya bajarê Essenê 11 meh cezayê taloqkirî û 500 Euro ceza li birayê keçikê birrî. Herwiha 7 meh cezayê toloqkirî û cezayê 50 seetên karê civakî da hevalê wî yê alman jî.