Li Moskowê êrişî saloneke konserê hat kirin: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li Moskowê êrişî salonekê konserê hat kirin, hejmareke zêde ya kuştî û birîndar heye.

Hat diyarkirin ku piştî êrişê agir bi avahiyê ketiye.

Li Moskowa paytexta Rûsyayê li saloneke konserê êrişa çekdarî hat kirin.

Li gorî nûçeyên ajansên Rûsyayê, herî kêm 3 êrişkarên bikamûflaj li salona konserê gule reşandine.

Herwiha hat ragihandin ku di avahiyê de teqînek çêbûye û şewat derketiye.

Hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê û zêdetirî 50 ambulansan ber bi salona konserê ve hatine şandin.

Hin çavkaniyan îdia kir ku di êrişa li Moskowê de herî kêm 40 kesan canê xwe ji dest daye û 100 kes jî birîndar bûne lê îdia hîn nehatiye piştrastkirin.

Ajansa TASSê ragihand ku beşeke zêde ya salona konserê şewitiye û nêzîkî 100 kesên di jêrzemîna avahiyê de asê mabûn hatine rizgarkirin lê hinek jî li ser banê salonê asê mane.

Reutersê da zanîn ku Şaredarê Moskowê Sergey Sobyanin ji bo kuştiyan peyameke sersaxiyê weşand.