Lidegaard: Hemahengiyek di navbera Danîmark û pêşmerge de heye

 

Kopenhag (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Danîmarkayê Martin Lidegaard ku hêzên pêşemrge şerekî gelek bihêz li dijî DAIŞê dikin û eger pêwîst bike ewê piştgirî û alîkariya xwe ji bo wan berdewam bikin.

 

Martin Lidegaard di çarçoveya şahiyên Newrozê de li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê derbarê alîkariyên hikûmeta welatê xwe ji bo hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û rola Danîmarkê di hevpeymaniya li dijî DAIŞê de, daxuyanî da Rûdawê.

 

Wezîrê Derve yê Danîmarkayê diyar kir ku hemahengiyeke baş di navbera Danîmark û hêzên kurdî de heye û got, ew gelek keyfxweşin ku wan kariye êrîşên ezmanî li derdora bajarê Kobanî li dijî DAIŞê pêk bînin.

 

Derbarê alîkarîkirina hêzên pêşemrge de, Lidegaard bal kişand ku Danîmarkayê heta niha alîkariya pêşmerge dike û eger pêwîst bike ewê vê alîkariyê berdewam bikin.

 

Wezîrê Derve yê Danîmarkayê herwiha ji Rûdawê re ragihand ku Hêzên Pêşmerge û şervanên kurd şerek bihêz li dijî DAIŞê dikin û heta ku pêwîst bike wê Danîmark alîkariya wan bike.