Meksîk vîzeya mirovayetiyê dide hejmarek ji koçberan

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Meksîkê vîzeya mirovayetiyê daye wan koçberan ku bi armanca çûna Amerîkayê hatine wî welatî.

 

Hikûmeta Meksîkê ji roja Duşembiyê ve dest bi proseya dana vîzeya mirovayetiyê bo koçberan kiriye, ku bi armanca koçkirina bo Amerîkayê hatine wî welatî.

 

Hikûmeta Meksîkê  ragihandiye, dana vîzeyê hevkariyeke girîng e bo koçberan bi taybetî bo çûn û hatina koçberan bi awayekî azad û herwiha parastina asayişa wan.

 

Ji bo ku xwe bigihînin Amerîkayê, hejmareke zêde ya koçberên welatên Amerîkaya Naverast li Meksîkê kom bûne, lê ji ber tedbîrên dijwar ên îdareya Donald Trump ên dijî koçberan, hejmareke kêm ji koçberan karîne sînorên Meksîk-Amerîkayê derbas bikin.

 

Rêveberiya Trump bi tundî li dijî çûna koçberan bo Amerîkayê ye û bo rêgirtina ji derbasbûna koçberan bo nav sînorê wî welatî, gelek tedbîrên dijwar standiye.

 

Herwiha Rêvebriya Trump dixwaze ji bo rêgirtina li derbasbûna koçberan  bo nav axa Amerîkayê, dîwarekê li ser sînorê navbera Meksîka û Amerkayê ava bike.