Somalî: Şanda Tirk rastî êrişê hat

Hewlêr (Rûdaw)  – Li paytexta Somaliyê, Mogadîşu şanda Tirkiyeyê rastî êrişê hat. 

Li gorî agahiyan Reutersê, şandeke Tirkiyeyê ku ji bo amadekariyên serdana Serokomar Recep Tayyip Erdogan bikin, çûbû Mogadîşuyê, li ber hotêla ku lê dima, rastî êrişê hat.

Li gorî nûçeyê, êriş bi otomobîleke bombekirî pêk hat lê li gorî agahiyên Polîsê Somalî, di bûyerê de ti endamekî şandê zerer nedîtiye.

Erdogan, îro li Etiyopiyayê ye û dê sibê jî derbasî Somaliyê bibe û piştî wê jî dê serdana Cibûtî bike.

Herwiha Reutersê li ser zarê çavkaniyên Serokamariya Tirkiyeyê daxuyand ku Erdaogan dê serdana xwe ya li Somaliyê betal neke. 

Serokomarê Tirkiyeyl Recep Tayyip Erdogan duh dest bi tûra xwe ya Afriqayê kiribû.