Kesek piştî ku 48 salan di girtîgehê de ma bê sûc hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Amerîkayê girtiyek piştî ku 48 salan di girtîgehê de ma, bê sûc hat dîtin.

Dadgehê destnîşan kir ku kesê li eyaleta Oklahomayê ya Amerîkayê 48 salan salan di girtîgehê de ma û di meha tîrmehê de dozgeran ew berda, sûcdar nîne.

Dadwerê Dadgeha Navçeya Oklahomayê Amy Palumbo biryar da ku Glynn Simmonsê 71 salî ku ji ber kuştinê, 48 sal û mehek û 18 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, bê sûc e.

Palumbo di biryara xwe de wiha got:

"Dadgeha me delîlên zelal û qanîker dîtin ku birêz Simmons ew sûcê ku ji ber wê ceza xwar û hat mehkûmkirin, nekiriye."

Glynn Simmons di sala 1975an de ji ber bûyera kuştina kesekî bi navê Don Roberts li Louisiana di sala 1974an de bi îdamê hat mehkûmkirin û piştre ev ceza bi girtina hetahetayî hat guherîn.

Roberts di sala 2008an de bi kefaletê hat berdan û Simmons jî îsal di Tîrmehê de piştî ku dozgeran ew bêsûc dît, serbest hat berdan.

Ji aliyekî din va, Simmons  li Amerîkayê wekî girtiyê "bêguneh herî dirêj di girtîgehê de ma", ket dîrokê.