Li Brukselê rewşa awerte – Metro rawesta, lîstik betal, parlamento girtî…

Bruksel (Rûdaw) – Li paytexta Belçîka, Brukselê ji ber “metirsiya terorê” rewşa awerte hat îlankirin.

Serokwezîrê Belçîkayê Charles Michel di daxuyaniyeke de ragihand, ji ber egera êrişek terorî wan li Brukselê 4 planên bergiriyê yên awerte danîne.

Charles Michel diyar kir wan agahî standine dibe ku hewl bidin êrişeke weke Parîsê li Brukselê jî pêk bînin û wan ji ber wê yekê bergriyên xwe zêde kirine.

Li her kolanên bajarê Brukselê leşker û wesayîtên leşkerî tê dîtin.

Michel destnîşan kir, di plana bergiriya awerte de navendên bazirganiyê, cihên qelebalix hene.

Herwiha Michel da zanîn çend organîzasyonên mezin hatine betalkirin, Metroya Brukselê jî heya şeva Sêşemê hatiye girtin, li navenda bajêr hejmara polîs û leşkeran hatiye zêdekirin.

Lîstik hat betalkirin

Hat ragihand lîstika Lokeren û Anderlechtê ku dê işev bihatan berambere hev, hat betalkirin.

Serokê Şaredariya Lokerenê ragihand wan ji ber rîska êrişan lîstika Lokeren û Anderlechtê betalkirin.

Parlamento girtiye

Li Brukselê Parlamentoya Ewropayê û tevahiya parlamentoyên heremî ji ber egera êrişan deriyê xwe girtine.

Wezîrê Karên Navxweyê yê Belçîkayê got, ew dê roja Duşemê rewşa bergiriye binirxînin.