Li Amerîkayê balafira şer ketibû, termên 2 pîlotan hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Fîloya Amerîkayê ragihand ku termên her du pîlotên winda hatine dîtin.

15ê Çiriya Pêşîn li herêma Mount Rainierê ya Washingtonê balafireke şer ketibû û her du pîlotên tê de ji hingê ve winda bûn.

Fîloya Amerîkayê diyar kir ku parçeyên laşên her du pîlotan hatine dîtin û dê heta çend rojan jî nasnameyên wan werin eşkerekirin.

Cureyê balafira ketî EA-18G Growler bû, cihê wê 16ê mehê hatibû tesbîtkirin lê pîlot winda bûn.

Li hêla din, lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.