Serokwezîrê Luksemburgê ji Rûdawê re: Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqî ve hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Luksemburgê li ser mirina Jîna Emînî ragihand, “Jîna Emînî ne bi qezayekê, ji aliyê polîsên exlaqî ve hatiye kuştin.”

Serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê du roj in li ser qutkirina girêdayîbûna aborî ya bi Çînê re, piştgirîkirina Ukrayna û cezakirina Îranê ji ber "tevlîbûna" wê di şerê Ukraynayê de li Brukselê nîqaşan dikin.

Serokwezîrê Luksemburgê Xavier Bettel li Brukselê li ser mirina Jîna Emînî ji Rûdawê re got, “Sala 2022an e di vê serdemê de, polîsên exlaqî li welatekî biryarê dide ka çi ji bo jinan baş e û çi xerab e. Ev şermezarî ye. Ew ê bi rastî ez nîgeran kirim. Em nikarin çavên xwe ji rûdanên li Îranê re bigirin.”

Xavier Bettel li ser sizayên ku bi ser Îranê de bi tohmeta “ beşdariya di şerê Ukraynayê  de got, “Bê guman me Îran ceza kir ji ber ku firokeyên bêfirokevan da Rûsyayê. Îro em dixwazin bi hev re pirsgirêkên Îranê biaxivin.”

Xavier Bettel di beşeke din a axavtina xwe de anî ziman, “Divê Neteweyên Yekbûyî guherînan bike. Niha dengê alîgirên Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî kêm dibe û piraniya welatan dibêjin ku dagirkeriya Rûsyayê binpêkirin e, dengê li dijî Rûsyayê di qada navneteweyî de zêde dibe. Ez dilniya me em ê îro behsa binpêkirinên mafê jinan li Îranê dikin, nabe em çavên xwe ji rûdanên li Îranê re bigirin.”

Serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê duh Pêncşemê li ser krîza enerjiyê ya ku piştî şerê Rûsya û Ukraynayê bandor li welatên wan kiriye gotûbêj kirin. Yekîtîya Ewropayê siza bi ser Îranê de sepandibû ji ber ku firokeyên bê firokevan dide Rûsyayê.

Beşek ji serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê daxwaza sizayên zêdetir ji bo Îranê dikin û biryar e îro bi yekdengî kiryarên rayedarên Îranê yên li dijî xwepêşanderan şermezar bikin.