Îtalyayê bi peydakirina hesabên qaçaxçiyan koçberî kêm kir

Dusseldorf (Rûdaw) - Yek ji sedemên kêmbûna koçberiya neyasayî ya ber bi Yekîtiya Ewropayê girtina qaçaxçiyan û jinavbirina torên wan e.

Îtalya hewla rêbazeke nû dide ku ew jî peydakirina hesab û rûpelên qaçaxçiyan û hevkarên wan û girtina wan e.

Polîsê Palermoyê ragihand ku wan di operasyonekê de zêdetirî hezar hesabên qaçaxçiyan girtine.

Li gorî polîsê Îtalyayê, di hinek kanal û hesabên ku hatine peydakirin de, qaçaxçiyan ji bo koçberiya neqanûnî reklama paketên malbatî dikirin û ji bo zarok û jinan erzanî kirine.

Operasyon bi hevkariya Metaya ku xwediyê Facebook, Instagram û WhatsAppê ye hatiye kirin.

Polîsê Îtalyayê eşkere kir ku qaçaxçiyên Lîbyayî û Misirî xwediyê wan hesaban bûn.

Wan ji bo gihandina her koçberî daxwaza 5 hezar dolaran dikiriye lê hin rûpelan paketên VIP ji bo koçberiya neqanûnî ragihandine û pereyekî gelekî zêde xwestine.