Pêşniyareke polîsê Almanyayê ya ji bo dayîna vîzeyan heye!

Dusseldorf (Rûdaw) - Polîsê Almanyayê pêşniyar kir ku her kesê ku serlêdana vîzeyê dike bila hesabên wan ên li ser torên civakî werin kontrolkirin.

Polîsê Almanyayê destnîşan kir ku ev yek dê pêşî li sextekariya vîzeyê bigire û kesên ku metirsî ne li ser ewlehiya Ewropî jî diyar bike.

Wekî mînak, eger kesek belge pêşkêşî konsulxaneyê kiribin ku dê ji bo bazirganiyê diçe Ewropayê lê hesabê wî nîşan dide ku ew di nav xizaniyê de dijî, kesê ku postên teşwîqkirina tundûtûjiyê belav kiriye û xwedî ramanên tundrew be dibe ku vîzeya wî neyê qebûlkirin.

Lê belê ev hîn pêşniyarek e û nebûye biryar.