Yekîtiya Ewropayê - Koçberî ji sedî 39 kêm bûye

Dusseldorf (Rûdaw) - Li gorî amarên fermî, koça neqanûnî ya ber bi Yekîtiya Ewropayê ve îsal li gorî sala par ji sedî 39 kêm bûye.

Polîsên parastina sînorên Yekîtiya Ewropayê ku wekî Frontex tê nasîn ragihand ku di 8 mehên destpêkê de 139 hezar û 847 koçber bi rêyên neqanûnî derbasî Yekîtiya Ewropayê bûne.

Frontexê destnîşan kir ku ev hejmar lo gorî sala borî ji sedî 39 kêmtir e.

Li gorî par kêmtir koçber bi rêya Balkanan derbasî Yekîtiya Ewropayê bûne ku heta ji sedî 77an daketiye.

Bosnayê ragihand ku îsal zêdetirî hezar kesî bi tawana qaçaxçîtiya koçberên neqanûnî hatine girtine.

Frontexê hişyarî da ku qaçaxçiyan rêyên nû dîtine ku koçberan di ser Yunanistanê re bi belemên bilez derbas dikin.

Ji ber vê jî pêla koçberan a ji Yunanistanê kêm nebûye.