4 keştiyên din ên dexlûdan ji Ukraynayê birê ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku, 4 keştiyên din ên dexlûdan barkirî ji peravên Ukraynayê bi rê ketin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê derbarê veguhestina dexlûdanê Ukraynayê bo bazarên cîhanê de ragihand ku veguhestina dexlûdan bi awayê plankirî didome.

Hat diyarkirin, di vê çarçoveyê de 4 keştiyên din jî yên ku dexl û dan barkirî ji benderên Odessa û Çornomorskê bi rê ketin.

Piştî ku şandeke ji nûnerên Tirkiyê, Ukrayna, Rûsya û Neteweyên Yekbûyî, di keştiyan de pişkînînê bikin, dê rê bê dayîn, ku ji Tengava Stenbolê derbas bibin û biçin bazarên cîhanê.

Rûsya û Ukraynayê 22ê Tîrmeha 2022ê bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û Tirkiye li bajarê Stenbolê rêkeftinek derbarê hinardekirina genim û dexlûdan de îmzekiribûn.

Ji bo çareserkirina nakokiyan û piştrasbûna ji çêbûna her cor pirsgirêkekê di veguhestina dexlûdan de, 27ê Tîrmeha 2022ê jî li Stenbolê navendeke hevhangî û kontrolkirinê hat damezrandin.