Yunan li ser sînorê ligel Tirkiyê dîwarê ji pola çêdike

Hewlêr (Rûdaw) - Yunanê ji ber egera hatina koçberên Afxanê ji Tirkiyê li ser sînorê ligel Tirkiyê dîwarekî 40 kilometreyî ji polayê çêkiriye û sîstema çavdêriyê daniye.

Wezîrê Berevaniyê yê Yunanê Nikolaos Panagiotopulos serdana navçeya sînorî kir û derbarê diwarê ji pola û sîstema çavdêriya elektronîk de zanyarî wergirtin. Panagiotopulos got "Krîza Afxanistanê rê li ber zêdebûna koçberan vekiriye. Li hemberî vê yekê em nikarin bê tedbîr bimînin."

Yunanê sala borî dest bi danîna diwarê ji polayê kiribû û dixwest hatina koçberên Sûrî ji Tirkiyê rawestîne. Li gor amarên hatine belavkirin ji 2015an û heta niha nêzîka 60 hezar koçberan xwe gihandine Yunanê.

Ji ber zêdebûna hatina koçberan hikûmeta Yunanê di mehên dawî de kampên koçberan bi têlan dorpêç kiribûn û ewlekariya sînorên deryayê jî zêde kiribû.