Telefonên Berhem Salih û Macron bi nepenî hatine guhdarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdiakirin ku telefonên Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokomarê Fransayê  Emmanuel Macron dibe ku bi bernameya bi navê "Pegasus" a kompaniyeke Îsraîlê çêkiriye, hatibe guhdarkirin.

Li gor encamên lêkolîna Rêxistina Efû ya Mafê Mirovan û zêdeyî 15 dezgehên medyayî, li çend welatên cîhanî hikûmetan bernameya “Pegasus” ya ji bo karên sixûrî ya Kompaniya NSO li Îsraîlê çêkiriye, li telefonên bi hezaran  rojnamevan, akademîsyen, siyasetmedar û çalakvanên mafê mirovan bar kirine.

Rojnameya Washington Post ragihand ku eger heye Serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî di nav lîsteya navborî de be.

Hat ragihandin ku di nav lîsteya kesên ku telefonê wan bi bernameya Pegasusê hatine guhdarkirin de Serokê Afrîkaya Başûr Cyril Ramaphosa, serokwezîrên Pakistan, Misir û Fasê hene.

Herwiha yek ji rojnameya sereke ya Fransî Le Monde jî ragihand ku hikûmeta Fasê hewl daye bi bernameya navborî guhdariya telefona Macron bike.

Li gorî nûçeyê, Macron, serokwezîrê berê Edouard Philippe û 14 endamên payebilind ên din ên hikûmetê di sala 2019an de hedefa operasyona Pegasus a hikûmeta Fasê bûm.

Koşka Qesra Elysee jî derbarê mijarê de diyar kir ku “eger rast be, ew gelek ciddî ye. Îfşaat dê bi tevahî bêne zelalkirin."

NSO derbarê îdîayan de çi dibêje?

Hat ragihandin ku ji 34 welatan têlefonên zêdeyî 600 siyasetmedarên dijber û rayedarên hikûmetê di lîsteyê de ne.

Bernameya Pegasusê di van salên dawî de bi pirsgirêkên cihêreng hate rojevê.

Di daxuyaniya der barê lêkolînê de, NSO dibêje saziyên ku lêkolîn îmze kirine "îdiayên ku ji teoriyên bêbingeh ên ku gumanên cidî li ser pêbaweriya çavkaniyên wan vedikin bi tundî red dikin.”