Yunanistan 9 welatiyên Misrî ji ber binavbûna belema koçberan dadgeh dike

Hewlêr (Rûdaw) - Yunaistan 9 welatiyên Misrî bi tohmeta binavbûna belema koçberan desteser kirine û ragihand, sibe ew 9 kes têne dadgehkirin.

Li Yunanistanê 9 kesên welatiyên Misrê bi tohmeta destê wan di binavbûna belama ku 14ê Hezîranê binavbûyî de heye hatin desteserkirin û biryar e ew her 9 kes sibe derbikevin dadgehê.

Kesên ku hatine girtin temenê wan di navbera 20 û 40 salan de, eger sûcdar hatine dîtin, dê bi cezayê heta hetayê bêne zindanîkirin.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku kesên hatine girtin gotine ku wan alîkariya qaçaxçiyan kirine.

Roja 14ê vê mehê serê sibê belemeke koçberan ku tê gotn 750 kes têde bûn ji wan 150 kes ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bûn, li nêzîkî Yunistanê binav bibû, heta niha termên 82 kesan hatine dîtin, 104 kes jî rizgar bûne.