Serokê Fransayê Emmanuel Macron di nav alîgirên partiya xwe de, Partiya Meşa Komarî. Wêne: AFP
Hewlêr (Rûdaw) - Encamên destpêkê yên hilbijartinên herêmî yên Fransayê Macron û Lopen bê hêvî kirin. Partiya Meşa Komarî, ku partiya Emmanuel Macron Serokê Fransayê ye, ji sedî 10.9 dengan bidstxistiye û nekariye ti herêmekê misoger bike.
Li Fransayê roja Yekşemê hilbijartinên herêmî hatin lidarxistin, lê encamên dedstpêkê nîşan didin ku Partiya Meşa Komarî, ku partiya Emmanuel Macron e, li ti herêmeke wî welatî biserneketiye.
Li gorî encaman, rêjeya beşdaran di hilbijartinan de gelekî kêm e û ji sedî 66.1ê kesên mafê dengdanê hebûne, di hilbijartinê de neçûne ser sindoqên dengdanê.
Ev rêje di 2015 de ji sedî 50.09 û di 2010 de ji sedî 53.67 bû. Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanin di daxuyaniyekê de got ku ev rewş metirsîdar e.
Berdevkê Hikûmeta Fransayê Gabriel Attal jî ragihand, yek pandmeiya coronayê yek ji sedemên serekî ye ku xelk bi rêjeyeke kêm beşdarî di hilbijartinan de kirine.
Encamên destpêkê nîşan didin ku berbijarên Tevgera Meşa Komarî (LREM), partiya desthilatdar ku ji hêla Serok Emanuel Macron ve hatiye damezrandin, li tu herêmeke welat pêşengiya gera yekem a hilbijartinan nekir.
Partiya Komarî ya rastgira navend (LR) ji sedî 28,7 ê dengan bidest xist û bû partiya pêşeng di hilbijartinên vê carê de.
Partiya Yekîtiya Niştimanî ya rastgira tund (RN), ku Marine Le Pen serokatiya wê dike, ji sedî 19,4 dengan bidest xist û bû duyemîn.
Herwiha Partiya Sosyalîst a Çepa Navend (PS) ji sedî 15,6 dengan, Partiya Keskan (EELV) ji sedî 12,9 û LREM ji sedî 10,4 dengan stendin.
Biserneketina partiya Macron ku partiyeke navîngir e, hevdem bû ligel biserneketina Partiya Yekîtiya Niştimanî, partiya herî rastgir bi serokatiya Marine Le Pen, ku diyar dibe tenê yek herêmê bidest dixîne.
Hilbijartinên herêmên Fransayê 14 navçeyên nav welat û yek navçe li derveyî erda Fransa û 96 rêveberî lixwe girtin, û tê de nêzîkî 16 hezar berbijêr hevrikî li ser zêdetirî 4 hezar û 100 kursiyên endamên encûmenên herêman û 15 serokên herêman kirin.
Véra Lacoeuilh, akinciya Parîsê û yek ji dengderên di hilbijartinên vê care de dibêje: “Ev hilbijartin bo xelkeke zêde wek nirxandinekê ye bo kar û tevgera hikûmetê , eger hikûmetê karê baştir kiribe, bi piştrastî di van hilbijartinan de jî dengên zêdetir bidest dixe.”
Piştî hilbijartinên herêamn ên dawî ku di 2015an de hatibûn kirin, ev yekem car e ku nêzîkî %67ê xelkê beşdarî di hilbijartinan de nekirine û berpirs jî zêde ji vê yekê dilgiranin.
Hilbijartinên herêman berî salekê ji hilbijartinên serokayetiya Frandsayê têne kirin, ku biryar e di 2022an de bêne kirin, û weke taqîkirina rêjeya cemawerî ya partiyan tê dîtin.
Patrice Grignoux, akinciyê bajarokê Latuke ku di hilbijartinan de deng daye, dibêje: “Hilbijartinên serokyetiyê cîhaneke cuda ye ji hilbijartinên herêman. Di hilbijartinên serokayetiyê de pirsên niştîmanî têne pêş, lê li herêman pirsên navxweyî têne behiskirin, wata du tiştên cuda ne, lê bi giştî herêm pîverekin bo asta cemaweriya kesayetiyan di hilbijartinên serokayetiyê de.”
Encamên destpêkê ku ji aliyê kompanya Ipsos a taybet bi rapirsiyan hatine amadekirin, wiha derdixin ku serkeftyê hilbijartinan ji partiyên senter dibe li ser hesabê partiyên navîngir û rastgir.
Partiya Komarî dibe ku nêzîkî %27ê dengan bidest bixe, û Partiya Yekîtiya Niştimanî nêzîkî %19ê bidest bixe.
Partiya Macron diçe aliyê Partiya Kesk û Partiya Sosyalîst ku kêmtir ji %12ê dengan bidest dixîne, û egera daketina vê partiyê bo jêr rêjeya %10ê heye, ku mafê wê nîne di xûla duyem a hilbijartinan de beşdariyê bike, ku biryar e di 27ê vê mehê de bê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse