Kongreya Amerîkayê medalyaya zêrîn da keçeke kurd
Washington (Rûdaw) – Kongreya Amerîkayê medalyaya zêrîn da keçeke kurd a ji Başûrê Kurdistanê.
Keça kurd Peyam, ji Kongreya Amerîkayê medalyaya zêrîn wergirt. Kongereya Amerîkayê her sal medalyaya zêrîn dide amerîkiyên ku temenê wan di navbera 14 û 23 salî ye.
Ev medalya li ser navê karên xwebexşiyê û serkeftina perwerdehiyê tê dayîn.
Peyam yekem kurda amerîkî ye ku ev madelya stand.
Peyam 19 salî ye û li gel malbata xwe li eyaleta Ohio dijîn. Peyam perwerdeya xwe ya amadehiyê xilas kiriye û dixwaze li zanîngeha pizîşkiyê bixwîne.