Şaredarê Mariupolê: Bajar hîn di destê me de ye

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê Mariupolê diyar kir ku bajar hîn di bin kontrola Artêşa Ukraynayê de ye ku Rûsyayê kontrolkirina bajarê Mariupolê ragihandibû.

Roja Pêncşemê 21ê Nîsana 2022an Serokê Şaredariya Mariupolê Vadym Boychenko di beyannameyeka vîdeoyî de ragihand ku bajar Ukraynî ye û dê niha û di paşerojê de jî di destê Ukraynayê de bimîne.

Roja Pêncşemê, çend saetan berî axaftina Boychenko, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihandibû ku Artêşa Rûsyayê Mariupol bi dest xistiye lê ferman daye serbazên artêşa xwe ku êrîşî ser herêma pîşesaziyê ya Azovstal rawestînin û li şûna wê "bi tundî" herêmê dorpêç bikin.

Herêma pîşesaziyê ya Azovstal cihê dawî ya serbazên Ukraynayê ye li wî bajarî ku hîn teslîm nebûne.

Boychenko diyar kir ku di navbera 300 û 1000 welatiyên Mariupolê li herêma Azovstalê xwe vedişêrin û anî ziman ku roja Çarşemê 80 kes bi rêyên rêxistinên mirovî hatine veguhestin.

Şaredarê Mariupolê Rûsya bi kuştina sivîlan tawanbar kir û diyar kir ku termên wan veguhestine bo devera Mangush a li rojavayê bajarê Mariupolê da ku wan di gorên komî de veşêrin.