Îspanya welatiyekî Tirkiyê radestî Amerîkayê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Îspanya, bi hincete qedexeya firotina çek bo Îranê binpê kiriye welatiyê Tirk ê bi navê Murat Bukey radestî Amerîkayê dike.

Li gor medya Tirkiyê, polîsê Îspanyayê Îlona 2021ê li ser daxwaza dozgerên Amerîkayê li Balafirxaneya Barselonayê Murat Bukey desteser kirin.

Dadgeha Bilind a Îspanyayê, biryar da bi hinceta kelûpelên çêkirina mûşekan ji Amerîkayê kirîne û firotine Îranê Murat Bukey bo Amerîkayê bê radestkirin.

Dadgehê di biryara xwe de ragihand, Bukey bi gotina “Ev bo Îranê nayên hinardekirin” zanyariyên xelet dane.

Heta biryara dadgehê ji aliyê hikûmeta Îspanyayê ve bê erêkirin, dê Murat Bukey li Îspanyayê desteserkirî bimîne.