Berdevkê NY di bersiva nameya Nêçîrvan Barzanî de: Em dikarin alîkar bin
Hewlêr (Rûdaw) – Pirsgirêka Kerkûkê û navçeyên veqetandî yên Herêma Kurdistanê tevî piştgiriya fermî ya Encûmena Asayişa Navdewletî bo rêkeftina wê dawiyê ya navbera Bexda û Hewlêrê, du daxwazên serekî yên di nameya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya jibo endamên wê encûmena Netewên Yekbûyî û Sekreterê Giştî yê NY ne û sekretariya Netewên Yekbûyî jibo Rûdawê piştrast kir ku Sekreterê Giştî yê NY nameya Nêçîrvan Barzanî wergirtiye û ew niha li benda rizamendiya Encûmena Asayişê ne daku li ser beşek ji daxwazên di nameyê de gotûbêjan bikin.
Eger ew daxwazên Nêçîrvan Barzanî bêne cîbicîkirin û Encûmena Asayişa Navdewletî bi fermî piştgiriya rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser budce û dabeşkirina çavkaniyên xwezayî bike, bêguman pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê diçe asteke navdewletî û dibe ku Netewên Yekbûyî di gihîştina bi çaresereke demdirêj de ji bo pirsgirêkên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê xwedî rol be. Lê belê pirs ev e ku gelo sekretariya Netewên Yekbûyî û Nûneratiya Netewên Yekbûyî li Iraqê xwedî şiyaneke wisa ne ku wê role bilîzin? Heya çi qasî ew dikarin di pratîkê de serkeftî bin û encamên baş bo Herêma Kurdistanê bidest bînin?
Berdevkê Netewên Yekbûyî, Stphane Dujarric dibêje, Netewên Yekbûyî li iraqê şiyana cîbicîkirina daxwazên Serokê Herêma Kurdistanê heye, lê ji bo cîbicîkirina beşek ji wan daxwazan, rizamendiya Encûmena Asayişa Navdewlrtî pêwîst e. Stphane Dujarric dibêje: “UNAMI desthilat û şiyaneke mezin a siyasî heye bo dabînkirina şîret û piştgirî û alîkariya bo hikûmet û xelkê Iraqê, ji bo pêşxistina diyalogeke siyasî ya piralî û ji bo lihevhatina niştimanî û navxweyî, bêguman ew şiyanên me bo cîbicîkirina bendên destûrê û herwiha çareserkirina nakokiyên li ser sînorên navxweyî ne.”
Her di bersiva nameya Serokê Herêma Kurdistanê de, Berdevkê Netewên Yekbûyî bo yekemîn car piştgiriya Sekreterê Giştî yê NY bo rêkeftina wê dawiyê ya navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser budceyî ragihand û daxwaza pêngavên erênî yên zêdetir kir.
Stphane Dujarric dibêje: “Pesendkirina budceya sala 2021, hêjayê pêşwazîkirinê ye û em hêvîdarin ku desthilatên federalî û herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vê pêşhatên erênî karên din bikin, ji bo ku derbarê pirsgirêkên din ên demdirêj de bigihin rêkeftinê û zelal e ku berprisa bernameya me li Iraqê û tevahiya bernameyê (UNAMI), ji bo alîkariya encamdana diyaloga di navbera hikûmeta federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de amade ne.”
Tevî wê yekê, bê hebûna îarde û berjewendiyeke siyasî ya rasteqîn li Bexda û Hewlêrê û heta Tehran û Enqerê jî, zehmet e ku navbeynkariya Netewên Yekbûyî bikare di pratîkê de bo nakokiyên kûr ên li ser Kerkûkê û mijara serxwebûna aboriya Başûrê Kurdistanê mifayeke wê hebe, lê zêdebarî wan astengan jî, General David Petraus bi wê rola Netewên Yekbûyî ku Nêçîrvan Barzanî daxwaz dike, geşbîn e.
David Petraeus, rêveberê berê yê CIA dibêje, “şandera niha ya Netewên Yekbûyî li Iraqê keseka bêhempa ye. Ez vê gotinê dikim weke kesekî bi esil Holendî, çimku ew jî Holendî ye. Ez dibêjim, Netewên Yekbûyî dikare çareser be, eger dîplomatên bêalî bandora Netewên Yekbûyî û tîmeke weke wê hebe ji bo destpêkirina gotûbêjeke bi vî awayî.”
Ev bersiva general David Petraeus bo Tora Medyayî ya Rûdawê, ji ezmûna kûr a serbazî ya wî ve tê ku di serdema şerê Iraqê de û paşê ew zanyariyên nihênî yên ku di dema serokatîkirina saziya istixbarata Amerîkayê de li ber destê wî hebûn.
General Petraeus herwiha dibêje: “Serokwezîr Kazimî kesekî bi rastî bêhempa ye. Ew kesek e ku karî bigihe posta serokwezîriyê bê ku bi rastî ser bi ti aliyekî siyasî ve be li Iraqê. Ew ser bi ti partiyekê ve nebû dema rêveberê istixbaratê bû jî. Hebûna tîmeke wiha li Bexdyaê dibe ku bibe sedema encamdana diyalogekê ku hejmarek ji wan pirsgirêkan pê bên çareserkirin, ku ji mêj ve ye têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi jehrî kirine.”
Hêj pêwîstiya Iraqê bi piştgiriya Netewên Yekbûyî û piraniya welatên zilhêz ên endam di Encûmena Asayişa Navdewletî de ye û navbeynkariya fermî ya wan dikare Bexdayê bêtir pabendî rêkeftina li gel Hewlêrê bike.