Rûsya: Me 43 dronên Ukraynayê tune kirin

Wêneyekî temsîlî / AP-Arşîv

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku şevê din 43 dronên Ukraynayê ji aliyê sîstemên parastinên ên hewayî ve hatine runekirin.

Di daxuyaniya Wezaretê de hat gotin ku Ukraynayê, şeva borî hewl daye bi dronan êrişî ser axa Rûsyayê bike.

Hat ragihandin ku 43 dron ji aliyê sîstemên parastina hewayî yên Rûsyayê ve hatine xistin.

Li gorî daxuyaniyê, 34 ji wan li ser Volgogradê, 4 li ser Rostovê, 4 li ser Kurskê û 1 jî li ser Belgorodê hatine xistin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, doh jî ragihandibû ku 132 dron ji aliyê sîstemên parastina hewayî ve hatine rûxandin.

Piştî êrişan, li bajarê Engelsê rewşa awarte hatibû îlankirin.