Merkel binpêkirinên li Efrînê bi tundî şermezar kir

21-03-2018
RÛDAW
Nîşan Efrîn Êriş Tirkiye Angela Merkel
A+ A-

Navenad Nûçeyan - Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel binpêkirinên ku li Efrînê hatine kirin bi tundî şermezar kir û ragihand, ew kiryar nayên qebûlkirin.

 

Serokwezîra Almanya Angela Merkel di axaftina xwe ya li parlementoya Almanyayê de derbarê operasyona Artêşa Tirkiyeyê û hêzên girêdayî wê ya li dijî Efrînê de got bûyerên li wê derê nayêne qebûlkirin.


Merkel da zanîn ku li Efrînê bi hezaran kesên sivîl hatine kuştin û birîndarkirin û bi hezaran kesên din jî koçber bûne, yan jî bi zorê ji malên xwe hatine derxistin,ev yek jî bi ti awayî nayê qebûl kirin.


Derbarê Efrînê de Serokwezîra Almanyayê  wiha axifî: “Ligel berjewendiyên rewa yên ewlehiya Tirkiyeyê rûdanên li Efrînê nayêne qebûlkirin. Bi hezaran sivîl, hatin kuştin an jî neçar man ku birevin. Em vê rewşê bi tundî şermezar dikin."


Merkel her wiha ji Tirkiyê xwest yasayên navdewletî li Efrînê binpê neke.


Ji aliyê din ve Cîgira Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Ulrike Demmer ragihand, divê lekolîn derbarê kiryarên kuştin û talankirinê de li bajarê Efrînê were kirin.

Ulrike Demmer her wiha got, binpêkirinên ku li bajarê Efrînê hatine kirin cihê dilgiraniyê ne û divê tevaya aliyên şer xwe ji tundrewiyê dûr bixin.


Hêzên Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê roja Yekşeî 18ê Adarê derbasî navenda bajarê Efrînê bûbûn û kontrolkirina bajêr ragihandibûn. Li gorî dimênen hatin belavkirin hêzê êrişkar li nav bajarê Efrînê dest bi dizîn û talankirina mal û milkê xelkê sivîl kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst