Obama naxwaze kongres cezayên nû li ser Îranê bisepîne

 

Hewlêr (Rûdaw)- Koşka Spî ya Amerîka ragihand ku Barack Obama dê li dijî her biryarekê Kongresê derbarê sepandina cezayên zêdetir li ser Îranê de vîtoyê bikar bîne.


Li gor nûçeya ajansa Reutersê, Koşka Spî di daxuyaniyekê de got ku Obama dê vîto bikar bîne, eger hat û Kongresê biryar bide cezayên nû li ser Îranê bisepîne.


Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Obama daxwaz ji Kongresê kiriye ti biryarên di vî warî de pesend nekin ji ber ku dê bandoreke nerênî li ser rêkeftina atomî di navbera her 6 welatên mezin ên cîhanê û Îranê bike.


Ev helwesta Barack Obama piştî wê yekê tê ku 26 senatoran ji her du patiyên Komarîxwaz û Demokratîxwazan proje biryarek derbarê tundkirina cezayên li ser Îranê pêşkêşî Kongresê kirrine.


Armanca wê proje biryarê ewe ku cezayên li ser Îranê tundtir bike eger hat û Îranê rêkeftina atomî bi cî neke.