Netanyahu û Erdogan li New Yorkê civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdongan û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li New Yorkê civiyan.
Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Tirkiyeyê, di civînê de pirsên hevbeş ên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de, buyerên cîhanî û navçeyê, pêwendiyên siyasî û aborî û nakokiyên Îsraîl û Filistînê hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de Erdogan destnîşan kir ku welatî wî dikare hin karên hevbeş bi Îsraîlê re di warê enerjî, tekinolojî û hişê çêkirî de bike.
Li gorî daxuyaniyê Erdogan herwiha hêvî kir ku aştî li tevahiya cîhanê pêk were.
Erdogan û Netanyahu piştî asayîbûna pêwendiyên Enqere û Tel Evîvê ev cara duyemîn e dicivin.
Netanyahu tîrmeha borî di serdana xwe ya Tirkiyeyê bi Erdogan re civiyabû.
Ji ber derkirina Balyozê Îsraîlê yê li Tirkiyeyê Sala 2018an pêwendiyên Tel Evîvê û Enqereyê qut bûbûn.