Xelkê Çînê ji qedexekirina xwedîkirina ajelên kêwî yên wek mişk û maran nerazî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundewarê Çînê bi hezaran cotkar karê xwedîkirina ajelên kêwî yên wek mar, mişkm, pisîk û çend corên din dikin, û piştî xwedêkriina wan, bazirganiyeke baş pê dikin û dibe dahateke mezin bo hezaran malbatên Çînî, lê hikûmeta Çînê karê xwedîkirina ajelên kêwî qedexe kir û bi hezaran cotkar gazinan dikin ku ew bê kar mane û ti dahateke wan nîne.

Biryara hikûmeta Çînê jî vedgire ku vîrûsa Korona û hin vîrusên din ji ber xwarina goştê ajelên kêwî belav dibe û ev biryar dibe rêgar li pêş belavbûna wan vîrusan.

Ji ber ku vîrusa Korona bi rêya xwarina hin corên ajelan belav bûye, hikûmeta Çînê nêçîriya ajelên kêwî qedexe kir, vê biryarê karê beşekî ji cotkaran rawestand û tirs heye tûşî hejariyê bibin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Çînê ku ew vîrus ji barçimikan derketiye û ajelekî kêwî ew bariçmik xwariye û bi rêya xwarina ajelên kêwî, ew vîrs derbasî laşê mirov bûye û belav bûye, lewma xwedîkirina ajelên kêwî hatiye rawestandin.

Piştî wê biryara hikûmeta Çînê karê xwedanên kargehên ajelên kêwî rawestiyaye û ew nizanin dê siberoja wan çi be.

Cotkarekî Çînî û xwedanê kargeha xwedîkirina mişkan, Liu Yanqun dibêje: Haydariya min baş li ser siberoja me nîne, hikûmetê karê me rawestand û em li benda hikûmetê ne, rêyeke nû peyda bike da ku karibin debara jiyana xwe bikin, em niha tenê li benda wan in, ta niha ti aliyekî em qerebo nekirine, û ez gelek qerzdarim, piştî hewqas kar û xebar karê em ji nişkêve rawestiya ye.

Li gundewarê Çînê bi hezaran cotkar karê xwedîkirina ajelên kêwî dikin wek mar, mişkm pisik û çend corên din, û piştî xwedêkriina wan, bazirganiyeke baş pê dikin û dibe dahateke mezin bo hezaran malbatên Çînê, lê niha ew cotkaran bê dahat mane û piraniya wan qerzadarin.

Li Weiguo xwedanê kargeha xwedîkirina maran jî dibêje: Aboriya min têk çûye, ti kar û dahatekî min nîne, ti aliyek jî derfetên kar nade dest min, temenê min 60 salî û tenderûstiya min jî xerabe, min gelek qerz ji nas û dostan wergirtiye û niha nikarim wan qerzan vegerînim.

Weke pêngavekê bo qerebûkrina ziyana cotkaran, hikûmetê ajelên kêwî ji cotkaran kirî û nirxê her core ajelekî diyar kir, yek kîlo Mişk bi 11 dolaran, 15 dolar bo her kîleoyek Mar, 55 dolar bo her kîloyek pisik, lê cotkar nerazîne û dibêjin ku ev qerebo tenê dibe 10% ji qebareya berhemên wan.

Huang Guohua jî xwedanê kargeheke xwedîkirina mişkan e, ew jî dibêje: Ez bêzarim, nikarim ti karî bikin, ji ber biryara hikûmetê car caran didim girî, bi hezaran Yuan qerzdarim û pêwîstiya zarokên min bi dibistanê heye, Qerebokirin têre tiştekî nake, tenê dibe 10% ji xerciyên me.

Ji dema belavbûna vîrusa Korona, piraniya welatên cîhanê, Çîn tewanabr kirin ku ew sedema sereke ye ji belavbûna wê nexweşiyê ku niha derdora 800 hezarî jiyana xwe ji ber wê vîrûsa dest daye û li gor raporên rêxsitina tenderûstiya cîhanî, ku xwarina hin corên ajelan li Çînê, sedema derketina wê vîrûsê ye û ta niha bi milyaran dolar ziyan gihandiye aboriya cîhanê.