ALMANYA – Li dijî otobûsa şaredariyê êrîşa bi kêr

Hewêr (Rûdaw) – Li bajarê Lubeck ê Almanyayê kesekî bi kêr êrîşî otobûsa şaredariyê kir. Li gorî agahiyan di bûyerê de 14 kes birîndar bûn.

 

Li taxa Kucknitz a bajarê Lubeckê, kesekî bi kêran êrîşî otobûseke rêwiyan a şaredariyê kir.

 

Hate gotin êrîşkar 14 rêwî birîndar kirine, ku rewşa 12 kesan sivik e.

 

Di dema êrîşê de rêwiyan ji bo canê xwe rizgar bikin, xwe came avitine xwarê.

 

Hate zanîn, ku polîsan êrîşkar destgîr kirine û herwiha li wê qadê jî dorpêça ewlehiyê danîne.