Senatorê amerîkî John McCain tûşî penceşêra mejî bû

Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê navdarê amerîkî û bebijarê berê yê partiya Komarîxwaz bo hilbijartinên serokatiya Amerîkayê di sala 2008ê de, John McCain tûşî nexweşiya penceşêra mejî bûye.

 

Ofîsa McCain di daxuyaniyekê de da xuyakirin, ku nexweşaneya Mayo Clinic ragihandiye ku heftiya bihorî neştergeriyek ji McCainê temen 80 salî re encam daye, ji bo rakirina girêyeke xwînê li ser çavê wî yê çepê.

 

Li gorî daxuyaniyê, herwiha pişkînan derxistiye holê ku ew girêya xwînî pêwendî bi girêyeke seretayî di mejiyê McCain de, bi navê girêya Glioblastoma ve heye, ku yek ji cureyên penceşera mejî ye.

 

Di daxuyaniyê de amaje bi wê jî hatiye kirin, ku McCain û malbata wî pêdeçûnê bi bijardeyên ber destê wan ên bo çareseriyê dikin. Herwiha behsa wê jî hatiye kirin, ku baştirîn bijarde bo çareseriya McCain, renge têkeliyek ji çareseriyên kîmyayî û tîşkê be.

 

John McCain di du dehsalên bihorî de tûşî curek ji penceşerê ya bi navê Milanoma bû.

 

Hatiye ragihandin, ku ew senatorê amerîkî piştî derketina ji nexweşxaneyê, niha di mala xwe ya li eyaleta Arizonayê bêhna xwe vedide.

 

Nexweşxaneya Mayo Clinic daye xuyakirin, ku pizîşkan gotine ku McCain piştî encamdana neşetergeriyê bi awayekê lezgîn baş dibe û rewşa tendirustiya wî ber bi başbûnê ve dice.

 

McCain yekemîn car di sala 1986ê de weke senator hat hilbijartin û ji wê demê ve heta niha kursiyê senatoriyê di Encumena Senato ya Amerîkayê de ji dest nedaye.

 

McCain herwiha bi wê tê naskirin, ku xwdî helwestên tund e di çend mijarên taybet bi siyaseta derve ya Amerîkayê de, her weke mijarên têkildar bi reftarkirina li gel Rûsya, Îran û vê dawiyê jî krîza Sûriyê.