Parlementoya Makedonyayê navê nû yê welatê xwe pesend kir

21-06-2018
RÛDAW
Nîşan Makedonya Yûnanistan Nav
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlementoya Makedonyayê li gel Yûnanistanê li ser guhertina navê welatê xwe rêkeftinek kir û navê "Makedonyaya Bakur" pesend kir.

 

Êvara roja çarşemê di rûniştineke Parlementoya Makedonyayê de ji 120 parlementeran, 69 parlementeran ji bo guhertina navê welatê xwe bo "Makedonyaya Bakur" dengê "Erê" dan.

 

Destpêka vê hefteyê hikûmeta Yûnanistan û Makedonya li ser navê nû li hev kiribûn.

 

Bi cîbicîkirina rêkeftinê, nakokiyên bi dehan salan ên navbera herdu welatan bi dawî bû û peywendiyên navbera wan dê bihêz bibe. Herwiha rêya li ber endambûna NATOyê jî li ber Makedonyaya Bakur hêsantir bû.

 

Rayedarên Yûnanistanê dibêjin ku Makedonya navekî Yûnanî yê dîrokî yê Yûnanistanê ye û nabe ji aliyê Makendoya ve were bikaranîn. Rayedarên Makedonyaya Bakur jî dibêjin ku ev nav navê dîrokî yê welatê me ye.

 

Makedonya beşek ji Yugoslavyayê bû, ku di sala 1991ê de piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, jê cuda bû û li bin navê Makedonyayê serxwebûna xwe ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst