Tozbarîn dikare bakterî û vîrusan belav bike

Hewlêr (Rûdaw) – Pispor diyar dikin ku tozbarîna ku di van rojên dawî de bi ser Rojhilata Navîn de girtiye, metirsiya zêdebûna wê heye ku tenduristiya mirovan bixe metirsiyeke cidî û dikare bakterî û vîrusan belav bike.

Hat diyarkirin ku Îran, Kuweyt, Erebistana Siûdî û Îmarat di bin metirsiya tozbarînê de ne.

Bahozên tozbarînê herêmên ziha an jî nîv-ziha yên Afrîkaya Bakur, Nîvgirava Erebî, Asyaya Navîn û Çînê derdikevin.

Herêmên din ên ku kêmtir bandora tozbarînê lê hene Avusturalya, Amerîka û Afrîkaya Başûr in.

Rêxistina Keşûhewayê ya Cîhanê (WMO) jî ji ber toza hewayê hişyarî da û diyar kir ku "xetereke cidî" ye.

WMO diyar dike, parçeyên tozê yên hûr dikarin bibin sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên wekî astim û nexweşiyên dil û damar û her wiha dikarin toksînên din û bakterî û vîrusan belav bikin.

Hat diyarkirin ku roja Duşemê ji ber tozbarîna zêde nêzikî 4,000 kes li Iraqê ji ber pirsgirêkên henasedanê hatin rakirin nexweşxaneyan ku ji meha Nîsanê û vir ve heşt bahozên tozbarînê lê rûdane.

Zêdetirî 5,000 kes di destpêka vê mehê de ji ber heman rewşa henasedanê li nexweşxaneyên Iraqê hatin dermankirin.

Hat destnîşankirin ku li ser Îran, Kuweyt, Erebistana Siûdî û Îmarata Erebî ji bo rojên pêş metirsiyeke zêde heye.

Bayên xurt gelek qûm û tozan radike nav atmosferê ku dikare bi sedan an jî bi hezaran kîlometreyan biçe.

Rêxistina Keşûhewayê ya Cîhanê (WMO) ragihand ku bahozên qûmê bandor li 150 welat û herêman kiriye û bandoreke neyînî li hawîrdor, tenduristî û aboriyê kiriye.

Pisporê toz û qûmê li Navenda Supercomputing a Barcelona û Enstîtuya Lêkolînên Pêşkeftî ya Katalonî Carlos Perez Garcia-Pando got, "Ev bûyer hem herêmî hem jî li cîhanê tund e."

Pispor destnîşan dikin ku ji ber guherîna keşûhewayê dibe ku tundiya bahozên tozbarînê zêdetir bibe.