Li Kanadayê êrişa çekdarî: 16 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara qurbaniyên êrişa çekdarî ya li Kanadayê gihişt 16 kesan. Êrişa çekdarî ji derengiya şevê heta demjimêrên nîvro berdewam kiribû.

Polîsê Kanadayê ragihand ku şeva Şemiyê, li bajarokê Portapique ser bi eyaleta Nova Scotia, kesekî bi navê Gabriel Wortman ê 51 salî, êrişeke çekdarî encam da ku heta demjimêrên nîvro berdewam kir.

Brenda Lucki, Rêvebera Polîsê Royal Mounted (RCMP) tekez kir ku ew ne êrişeke terorî ye û got ku heta niha hejmara qurbaniyên wê êrişê gihiştiye 16 kesan û dibe ku ew hejmar zêde bibe û lêkolînên wan berdewam dikin.

Rêvebera Polîsê Royal Mounted aşkere kir ku polîsekî RCMP jî di nav qurbaniyên wê êrişê de ye û herwiha hejmara kesan jî birîndar bûne.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau jî derbarê wê êrişa çekdarî de daxuyaniyek belav kir û serxweşî li kesûkarên qurbaniyan kir û spasiyên xwe pêşkêşî hêzên emnî kirin ji ber kar û xizmeta wan.

Li aliyê din, li gor zanyariyên êrişkarê bi navê Gabriel Wortman, li navçeya Portapique, klînîkeke didanan birêve dibir û li deverên din jî mal û xaniyên wî hene.

Lêkolînên derbarê bûyerê de berdewam dikin, lêbelê heta niha jî derbarê sedema wê êrişê de zanyariyek nehatiye belavkirin ku RCMPê, ew êriş wek xwînawîtir êrişa li wê eyaletê binav kiriye.

Herwiha Tîma Destwerdana Bilez a Bûyerên Cidî (Serious Incident Response Team) ku berpirs e ji lêkolînkirina bûyerên mezin û têkildar bi berjwendiya giştî, derbarê operasyona RCMP a li ser wê bûyerê, lêpirsîn da destpêkirin.