Mike Pompeo cejna Newrozê pîroz kir
Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di peyamekê de cejna Newrozê li hemû wan kesan pîroz kir, ku Newrozê wek cejna xwe dibînin.
Mike Pompeo di peyama xwe de ragihandiye: “Ez jî wek serok Trump, Hêviya newrozeke şad li gel silametî û xweşguzeraniyê ji hemû wan kesan re dixwazin, ku li seranserê cîhanê vê urfê pîroz dikin. Hatina biharê nîmetên me yên zêde tîne bîra me.”
Pompeo herwiha amaje hevdembûna bvelavbûna vîrusa Koronayê li gel cejna Newroza îsal kir û got: Îsal divê mirov di serdan û hevdîtinên xwe de zêdetir baldar be.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê got: “Newroz demek e ji bo kombûnê û ji bo wê yekê ku em wan nîmetan li kêleka malbatên xwe bi rêya serdan û hevdîtinan bi bîr bînin. Mixabin ji ber ku vîrusa Koronayê bandor li gelek welatan û bi taybet welatên ku Newrozê pîroz dikin, kiriye îsal divê mirov di serdan û hevdîtinên xwe de zêdetir baldar be.”
I join President @realDonaldTrump in wishing a happy, healthy, and prosperous #Nowruz to all who celebrate this tradition across the world. As Nowruz also symbolizes rebirth, may this year serve as an opportunity to refresh our commitments to health, hope, and renewal for all! pic.twitter.com/lPBEi1QRuX
— Secretary Pompeo (@SecPompeo) March 19, 2020
Di beşeke din a vê peyama xwe de, Mike Pompeo destnîşan kiriye: “Em ji bihîstina nûçeyên hejmara qurbaniyên bi sedema vê vîrusê li Îranê xemgîn in. Em ji bihîstina her nûçeyeke başbûnê kêfxweş dibin û em hêviyên xwe li gel xelkê Îranê û seranserê cîhanê parve dikin, ku ew dikarin rê li belavbûna vê vîrusê bigirin.”
Pompeo careke din tekezî li ser pêşniyara Amerîkayê bo şandina alîkariyên mirovî û pizîşkî bo xelkê Îranê, ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê kiriye.
Wezareta Derve ya Amerîkayê pêştir bi daxuyaniyekê ragihandibû, ku ew amade ne di rûbirûbûna vîrusa metirsîdar a Koronayê de alîkariya Îranê bikin, lê belê hikûmeta Îranê ew pêşniyara Waşingtonê red kiribû.