Panoramaya hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên bi serok, wezîr û rayedarên welatan re

Hewlêr (Rûdaw) - 58mîn Konfernsa Ewlekariya ya Munchenê duh (18.02.2022) bi amadebûna 35 serok, serkirde, 100 wezîrên derve û berevanî yên welatên cîhanê û bi sedan berpirs û pisporên ewlekariyê yên cîhanê destpê kir.

Şandeke Herêma Kurdistanê jî bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Nîçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di konferansê de beşdar bû.

Serokê Herêma Kurdistanê li Munchenê li gel Serokê Komsîyona Yekîtiya Ewropayê, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, wezîrên derve yên Fransa, Îran, Qeter, Vatîkan û çend welatên din û herwiha li gel Wezîrê Berevaniyê yê Yûnanê û Wezîra Derve ya Almanyayê hevdîtinan pêk anîn.

Serokê Herêma Kurdistanê îro destpêkê bi Wezîrê Derve yê Vatîkanê Paul Richard Gallagher re hevdîtin pêk anî.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêşhatên siyasî û emnî yên dawî li Iraqê, proseya siyasî, rewşa pêkhateyan, peywendiyên di navbera her du aliyan, serdana dawî ya Papa bo Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê û rewşa Deşta Neynewa û Şingalê hatin gotûbêjkirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî di vê hevdîtinê de tekezî li ser berdewambûna piştgiriya Herêma Kurdistanê bo pêkhateyan, bi taybet jî pêkhateyên Mesîhî û Êzdî û parastina kultûra pêkvejiyanê kir.

Piştre Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Pîşesazî û Teknelojiya Pêşketî yê Îmaratê û serokê şanda wî welatî Sultan Ehmed El-Cabir civiya.

Di civînê de her du aliyan derbarê pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Îmarat di hemû waran de, girîngiya parastina aramiya li navçeyê, rewşa Iraqê û pêşhatên dawî yên proseya siyasî, peywendiya di navbera welatên navçeyê, pêşhatên rewşa di navbera Rûsya û Ukraynayê de û bandora wê ya li ser enerjiyê gotûbêj kirin.

Di berdewamiya hevdîtinên xwe de, her îro li Munchenê Nêçîrvan Barzanî ligel Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî jî civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, di civînê de her du aliyan behsa pêşhatên dawî ya rewşa Iraqê û proseya siyasî, hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî, emnî û aboriya Lubnan û peywendiyên Lubnanê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî, xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Lubnanê anî ziman û bal kişand li ser amadebûn û kar û çalakiyên revenda Lubnanî li Herêma Kurdistanê ku di çendîn warên cuda de çalak in.

Li gor daxuyaniyê, Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî bi kurtî behsa rewşa siyasî û aborî ya Lubnanê û gefên li ser welatê xwe kir û tekezî li ser xwesta Lubnanê ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Necîb Mîqatî herwiha Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo serdaneke fermî vexwend Lubnanê.

Di hevdîtinê de rewşa penaberan li Lubnan û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên şerê dijî DAIŞê û rewşa navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî her di çarçoveya Konferansa Ewlekarî ya Munchenê de, li gel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî hevdîtin pêk anî.

Derbarê naveroka vê hevdîtinê de jî Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, di civînê de pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Qeterê di warên cuda cuda de û berfirehkirina alîkariyên hevbeş ên di navbera wan de, pêşhatên dawî yên proseya siyasî ya li Iraqê û hewlên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Federal a Iraqê, rewşa emnî ya li Iraqê û êrîşên DAIŞê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser xwesta hevbeş a ji bo pêşxistina warên peywendiyên Herêma Kurdistan û Qeterê kirin û behsa derfetên kar û sermayeguzarî û veberhênana Qeterî li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Di beşeke din a civînê de, her du aliyan tekezî li ser pêwîstî û girîngiya parastina aramiya Rojhilata Navîn kirin û hemfikir bûn ku tevaya hewldanan ji bo nehiştina aloziyan û çareserkirina pirsgirêkan bin.

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Qeterê herwiha behsa peywendiyên Herêma Kurdistan û welatên cîran û navçeyê, pêşhatên dawî ya rewşa Sûriyê, rola Qeter li navçeyê û pêşketin û rewşa Efxanistanê kirin.

Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropayê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di kevana Konferansa Ewlekarî ya Munchenê de, ligel Cîgirê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Margaritis Schinas civiya.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di civînê de behsa rewşa Iraqê, proseya hilbijartinan û hengavên proseya siyasî kirine û her du alî tekez li ser girîngiya guftûgoyên ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropayê balkişand li ser wê yekê ku ew bi girîngiyê ve temaşa rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê dikin û ew bawer in ku derfertek heye ji bo wê yekê ku Iraq baştir li ser piyên xwe rawestê heta şerê terorê bike û bikarê li rêya binyatnana demokrasî û saziyan ve, aştî û aramiyê dabîn bike.

Nêçîrvan Barzanî ji bo alikariya koç û koçberan a Yekîtiya Ewropayê bo Hewlêr û Bexdayê spasiya xwe pêşkêş kir û got “Yekîtiya Ewropayê berdewam û pêgir e bi peywendiyên xwe yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û hêvîdar in pêrsgirêkan çareser bikin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat ragihandin “Ewropî amade ne ji bo hevkariyê û wekî hevbeş temaşa Iraq û Herêma Kurdistanê bikin. Her wiha spasî alîkariya Herêma Kurdistanê li gel Yekîtiya Ewropayê kir.”

Li aliyê din Serok Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya yarmetîdan û hevkariya Ewropayê ya ji bo Iraqê kir heta bikarê pirsgirêkên xwe çareser bike ku dibê sedema dabînkirina aramiya siyasî û ragihand girîng e Yekîtiya Ewropayê siyaseteke giştgîr beramber Iraq û Herêma Kurdistanê de hebê. Pêşhatên dawî yên rewşa navçeyê bi giştî, mijareke dinê civînê bû.

Îtalya: Piştgiriya me ji bo Herêma Kurdistanê berdewam e

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlekarî ya Munchenê de bi Wezîrê Berevanî yê Îtalya Lorenzo Guerini re civiya. Guerini got “Piştgiriya me ji bo Herêma Kurdistanê berdewam e.”

Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdsitanê Serok Nêçîrvan Barzanî di civînê de ji bo alîkariyên Îtalyayê bo Herêma Kurdistanê yên li dijî DAIŞê spasiya wî welatî kir. Di derbarê rewşa emnî ya Iraqê jî ronahî kir ku alîkariya di navbera artêşa Iraq û Pêşmerge bi taybetî li navçeyên valahiyên emnî baş e û ji ber gefên ciddî yên DAIŞ, pêwîst e Hewlêr û Bexda di alîkariyê berdewam de bin.

Li aliyê din Wezîrê Berevanî yê Îtalya Lorenzo Guerini dubare kir ku Îtalya li piştgîrî û hevkarîkirina Herêma Kurdistanê berdewam dibê bi taybetî ku li demeke nêzîk da welatê wan serkirdayetiya erkê Nato li Iraqê werdigrê û got “Ezmûna me ya berê li gel Pêşmerge baş û serkeftiye û pêzanînên me ji bo rol û qurbaniyên Pêşmerge heye.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin rewşa siyasî ya Iraqê, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Îtalya û rûbirûbûna terorê, mijareke dinê civînê bû.

Nêçîrvan Barzanî û Akar li Munchenê civiyan

Wezareta Beravaniya Tirkiyê nûçeya civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê belav kir û amaje bi wê yekê daye ku Nêçîrvan Barzanî û Hulusî Akar li ser peywendiyên dualî, ewlehî û aramiya navçeyî gotûbêj kirine.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar îro 18ê Sibata 2022ê de di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de li Almanyayê civiyan.

Wezareta Bervaniya Tirkiyê di hejmara xwe ya Twitterê de derbarê wê civîna di navbera Nêçîrvan Barzanî û Hulusî Akar de peyamak belav kir û ragihand ku Wezîrê Berevaniya Tirkiyê di Lûtkeya Ewlehiya Munchenê de ligel Serokê Herêma Kurdî ya Iraqê Nêçîrvan Barzanî civiyaye û di civînê de peywendiyên dualî yên di navbera Hewlêr û Enqere û pirsên ewlehî û aramiya navçeyê gotûbêj kirine.

Di beşeke din ya peyama xwe de Wezareta Berevaniya Tirkiyê dibêje “Di civînê de Hulusî Akar pêdagiriya li ser bi dawî anîna terorê aniye ziman.”

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Siudiyê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlekarî ya Munchenê de, li gel Wezîrê Derve yê Siûdiyê Feysel Bin Ferhan Al Siûd di kevana Konferansa Ewlekarî ya Munchenê de civiyan civiya.

Serokatiya herêma Kurdistanê di derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir û tê de hat ragihandin di civînê de rewşa niha ya Iraqê hatiye behskirin û Wezîrê Derve yê Siudiye dubare kir ku welatê wan bi girîngiyê ve li rewşa Iraqê dinêre û xemxurî û xwesta Siudiye yê nîşan da bo ku Iraq bikarê rola xwe bibîne û bibê yek ji xalên aramiyê ya li navçeyê de.

Li gor daxuyaniyê Serok Nêçîrvan Barzanî, ji bilî derbirîna pêzanînên ji bo nêrîn û helwesta Siudiye, xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên li gel Erebistana Siudiye derbirî û silav û rêz pêşkêşî serkirdayetiya Suudiye kir.

Civîna Nêçîrvan Barzanî li gel Hevserokê Partiya Keskan a Almanyayê

Her di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Hevserokê Partiya Keskan a Almanyayê û Endamê Lîjneya Karûbarê Derve yê Parlemena Almanyayê Umêd Nûrîpûr civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo serkeftina Partiya Keskan di hilbijartinên Almanyayê de û destbikarkirina û destbikarkirina wek û Endamê Lîjneya Karûbarê Derve yê Parlemena Almanyayê pîrozbahî li Umêd Nûrîpûr kir û spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo Parlemena Almanî dûpatkir ku di dema erkê hêzên welatê wan li Iraq û Herêma Kurdistanê dirêj kirine, her wiha ji bo wan hevkariyên mirovî û serbaziyên Almanya pêşkêşî bi Herêma Kurdistanê kirine.

Di civînê de her wiha her du alî rewşa siyasî ya Iraqê, encamên hilbijartina Encumena Nûneran û proseya hilbijartina Serokayetiya Parlemena Iraqê guftûgo kirin.

Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî bi Guterres re biryara derbarê pertola Kurdistanê gotubêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî di çarçoveya Konferansa Ewlekarî ya Munchenê civiyan û biryara dawî ya Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya derbarê yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêşhatên dawî yên şerê li dijî terorê, û metirsiyên DAIŞê hatin gotûbêjkirin. Di civînê de her du alî tekez li ser wê yekê kirin ku heta niha jî DAIŞê li ser aramiya li Iraq û Sûriyê metirsiyeke cidî ye.

Di civînê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî ji bo piştgiriya Netewên Yekbûyî spasiya xwe pêşkêş kirin Bi taybetî rola UNAMi di hilbijartinên Iraqê de û hêviya berdewamiya alîkarî û piştevaniya Netewên Yekgirtî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê kirin.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de behsa şerê li dijî terorê hatiye kirin û divê her kes alîkarîyê bike bo vegerandina ewlehî û aramîyê bo Îraqê "ji ber ku bê ewlehî û aramî dê pirojeya sîyasî têk biçe û NY dikare di vê yekê de alîkar be."

Herwiha lidarxistina helbijartinên Herêma Kurdistanê di dema xwe de, serdana Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Iraqê û piştî pêkanîna hikûmeta nû ya federal a Iraqê mijarên din ên civînê bûn.

Roja duyemîn a konferansê 

Di civînên Konferansa Ewlekarî ya Munchenê de pêwendiyên Herêma Kurdistanê li gel aliyên beramber û pêşhatên dawî yê rewşa siyasî û ewlekarî ya Iraqê û navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro destpêkê bi Berdevkê Komîteya Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Almanyayê Nils Schmid, Serokê Xaça Sor a Navdewletî Peter Maurer, Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde û Endama Komîteya Karûbarên Serbazî ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê Elissa Slotkin re civiya.

Nêçîrvan Barzanî: Cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dê aramiyê vegerîne navçeyê

 

Serokê Herêma Kurdistanê di civîna li gel berdevkê Lêjneya Derve ya Parlamentoya Almanyayê de ragihand, cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dê bibe sedema vegera Êzdiyan bo cihên xwe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di duyem roja Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de pêşwazî li Berdevkê Komîteya Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Almanyayê Nils Schmid kir. Di civînê de gefên Daiş û dirêjkirina dema erkê hêzên Almanî li Iraqê gotûbêj kirin. Her wiha behsa rewşa siyasî ya Iraqê û pirsa koçberan li ser sînorê Belarusiyê kirin.

Nils Schmidt kesayetiyekî naskirî yê Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê ye û di dema borî de çendîn civîn ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê pêk anîbû. Her wiha Schmid di pesendkirina dirêjkirina rahênan û Almanya li gel hêzên Pêşmerge û hevkarîkirina bi Kurdistanê re xwedî roleke giring e.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ji bo alîkariya koçberan û dirêjkirina dema erkê hêzên Almanyayê li Iraqê spasiya Almanya û welatên dost ên Ewropayê kir.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de, Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser bi rewşa penaberên Êzdî kir û ragihand, eger rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê were cîbicîkirin, dê derfeteke baş be ji bo xelkê Êzdî da ku vegerin cihên xwe.

Di 9ê Cotmeha 2020an de berdevkê Serokwezîrê Iraqê ragihand ku Mistefa Kazimî serokwezîr serperiştiya rêkeftineke taybet li ser Şingalê dike ku desthilata hikûmeta federal li wî bajarî bihêz bike. Ev rêkeftin ji aliyê hejmareke berçav ji welatên cîhanê jî hat pêşwazîkirin.

Her du alî li ser pirsa demokrasî û avadankirin û bihêzkirina saziyan li Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û hevdeng bûn ku Almanya û welatên dost di vî warî de hevkar û alîkar bin.

Neçirvan Barzani’den Rûdaw: Tişta ji bo Kurdan girîng yekrêzî ye

 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku ji bo beşdarbûna 58emîn Konferansa Ewlekariya Munchenê li Almanyayê ye, di çarçoveya wê konferansê de bi gelek serkirde, wezîr û berpirsan re civiya.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku girîng e bi organîzasyonên bi vî rengî nêrînên xwe bînin ziman û nêrînên aliyên din jî werbigirin.

Barzanî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya derbarê yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê de bi “hovane” pênase kir û peyama wê yekê da ku ji bo çareseriyeke mayînde ya pirsgirêkê ew amade ne bi Bexdayê re diyalogê bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bersiva pirsên peyamnêra Rûdawê Ala Şalî da.

Rûdaw: Serokê Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê Wolfgang Ischinger ragihand, girîng e Serok Nêçîrvan Barzanî beşdarî konferansê bibe. Çima ewlekariya Herêma Kurdistanê ji bo cîhanê ewqas girîng e?

Nêçîrvan Barzanî: Ev cure konferans ji bo ku beşdaran ji pêşhatên li herêmê bi giştî û bi taybetî yên Iraqê agahdar bibin, girîng e. Ji ber ku tiştên li Iraq û Sûriyê diqewimin bandorê li ser asayîşa giştî ya herêmê û cîhanê jî dike. Ji ber wê jî weke Herêma Kurdistanê derfetek ji bo me ku em bi rayedarên welatên cîhanê re di nav organîzasyonên bi vî rengî de bicivin û nêrîn û ramanên xwe ragihînin û helbet nêrînên wan werbigirin. Ji aliyeke din ve dibe ku di demeke kin de bêyî ku pêwîstî bi prensîbên protokolî hebe, derfet çêdibin ku bi gelek berpirsan re hevdîtin û nêrînên Herêma Kurdistanê bên eşkerekirin.

Rûdaw: We li vir bi gelek wezîr û berpirsan re hevdîtin kirin. Ji aliyê din ve Dadgeha Federalî ya Bilind a Iraqê li ser yasaya petrol û gaza Herêma Kurdistanê biryarek derxist. Ji bo ku Herêma Kurdistanê ji ber vê biryarê rûbirûyê krîzeke nû nebe, we daxwaza helwest û piştgirî ji rayedarên ku pê re axivîne, kiriye?

Nêçîrvan Barzanî: Pêwendiya vê pirsê bi Iraqê bi xwe ve heye, ku biryareke gelek hovane ye li dijî Herêma Kurdistanê, em dê hemû hewlên xwe bidin ji bo ku bi diyalog û jihevtêgihiştinê li gel Iraqê vê pirsê çareser bikin. Tişta ku Herêma Kurdistanê derbarê petrolê de dike, bi tevahî di çarçoveya destûrê de ye. Me ev xebat li ser bingeha Destûra Daîmî ya Iraqê pêk anîn. Îro ev biryara Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê bi temamî dijî destûrî ye. Ji bo vê jî weke Herêma Kurdistanê ji bo me girîng e ku bi rêya diyalogê çareseriya pirsgirêkan li gel Bexdayê bibînin. Cîbicîkirina wê ya pratîkî ne ewqas hêsan e. Li vir xalek pir girîng e heye; gelo armanca vê biryarê ew e ku Herêma Kurdistanê û welatiyên wê bikeve ber krîzeke mezin? Eger mebesta wan ev be, ev biryareke pir hovane ye. Eger mebest gihandina encameke bi niyeta baş be, em wisa difikirin ku rê heye ku bi hev re rûnên û bi diyalogê çareseriyekê ji bo pirsgirêkan bibînin û di berjewendiya Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê de bin.

Rûdaw: Yanî hûn dibêjin derfeta diyalog û çareseriyê li gel hikûmeta Iraqê heye?

Nêçîrvan Barzanî: Eger Bexda cidî be, erê derfet heye. Lê eger mijar êşkencekirina welatiyên Herêma Kurdistanê be, na, şansê wê nîne. Bi dîtina min berpirsatiya Bexdayê heye ku îro vê biryarê bide û ev yek derfetê dide me ku em gotûbêjeke pir cidî bikin, bi baweriya min em dikarin çareseriyekê ji vê pirsê re bibînin.

Rûdaw: Aliyên ku hûn dicivin, di vê mijarê de soz dane we ku piştgiriyê bidin we yan jî navbeynkariyê bikin?

Nêçîrvan Barzanî: Em hemû piştevaniya çareserkirina kêşeyan bi diyaloga li gel Bexdayê dikin. Lê di heman demê de me dît ku nîgeraniyeke cidî li ser vê pirsê heye û me dît ku dixwazin vê pirsê bi Bexdayê re çareser bikin.

Rûdaw: Birêz Serok, gelek berpirsên ku hûn pê re axivîne, di daxuyaniyên xwe yên ligel Rûdawê de dibêjin ku ew ji hewldanên we yên ji bo yekrêziyê matmayî mane. Bi dîtina we mimkun e aliyên Kurdistanî bi taybetî Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li ser postê serokomariyê lihev bikin?

Nêçîrvan Barzanî: Di prensîbê de tişta girîng ji bo me Kurdan yekîtî ye. Me bi hev re gelek tişt bi dest xistin. Eger em yekrêziya xwe çênekin, teqez em dê gelek tiştan ji dest bidin. Di prensîbê de heta niha jî ev rêgez heye û di encamê de ez hêvîdar im ku em li gel YNK û aliyên din bigihin rêkeftinekê ku sûdê ji bo hemû Iraq û Herêma Kurdistanê bike.

Rûdaw: Wek pirsa dawiyê, we bi însiyatîfa Serok Mesûd Barzanî serdana Necefê kir û bi Muqteda Sedr re hevdîtin kir. Gelo di çarçoweya lêgerîna lihevkirinê de egere heye di demeke nêzîk de careke din serdana Bexdayê bikin?

Nêçîrvan Barzanî: Hewldanên Serok Barzanî hîn berdewam e, di vê çarçoveyê de me serdana Necefê kir. Eger pêwîst bike emê careke din serdana Bexdayê bikin û helbet destpêşxeriya birêz Serok Barzanî ji bo nêzîkkirina aliyan û lihevhatinekê ye. Eger hewce bike em ê dîsa biçin. Lê niha di bernameya me de serdaneke wisa tune ye.

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Derveyê Fransayê civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munchenê ligel Wezîrê Derveyê Fransayê Jean-Yves Le Drian civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Munchenê yê Almanyayê îro Şemiyê 19ê Sibata 2022yan di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de li gel Wezîrê Derveyê Fransayê Jean-Yves Le Drian civiya.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di destpêkê de Nêçîrvan Barzanî, spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û piştgîriya berdewamiya Fransa ya ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir, paşê her du alî tekez li ser xwesta du aliyane ya pêşxistin û bihêztirkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransa û dostayetiya di navbera wan de kir.

Di civînê de  herdu aliyan behsa kar û çalakiyên Balyozxaneya Fransa ya li Bexda û Konsolxaneya Giştî ya li Hewlêr kirin û  hewlên wan ên ji bo pêşvebirina peywendiyên Fransa li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, bilind nirxandin.

Li gor daxuyaniyê herdu aliyan di beşeke din a civînê de derbarê pêşhatên dawî ya rewşa siyasî û emnî ya li Iraqê de danustandina bîr û ramanan derbirin  û behsa wan metirsî û gefên DAIŞê li Iraq û Sûriyê kirin.

Herwiha herdu aliyan behsa êrîşa dawî ya DAIŞê  ya li ser zîndana Heseke û bandorên wê kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku peywendiyên Hewlêr – Bexda û peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û navçeyê, mijareke din civînê bûn.

Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kir kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munchenê li gel Wezîra Dewletê ya Almanyayê ya ji bo Karubarên Kultûrê û Medyayê Claudia Roth civiya û di civînê de Barzabê spasiyên xwe pêşkeş kir ku Almanyayê di gelek waran de  hevkariya Herêma Kurdistanê kiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Munchenê yê Almanyayê îro Şemiyê 19ê Sibata 2022yan di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de li gel Wezîra Dewletê ya Almanyayê ya ji bo Karubarên Kultûrê û Medyayê Claudia Roth civiya.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di civînê de herdu aliyan behsa girîngiya çandinê wekî pireke peywendiyê kir û çalakiyên çandî yên Almanya li Herêma Kurdistanê û pêşxistina peywendiyên herdu aliyan bibîr anîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Roth, ji bilî behskirina axaftineke di derbarê bernameya Hikûmeta Almanya ya li warê çandî de, amadehiya welatê xwe ji bo alîkariya li warên cûda cûdayên kultûrê de ya ji bo Herêma Kurdistanê derbirî û bal kişand li ser projeyeke hevbeşa Almanî-Fransî li Qela Hewlêrê kir.

Ji aliyê din ve Nêçîrvan Barzanî, spasiyên xwe ji bo Almanyayê pêşkeş kirin ku wî welatî piştgiriya Herêma Kurdistanê kiriye.

Barzanî herwiha da zanîn ku ew Roth, wekî dosteka gelê Kurdistanê dibînin.

Nêçîrvan Barzanî Wezîrê Derveyê Hîndistanê peywendiyên dualî gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Derve yê Hîndistanê Subrahmanyam Cayşankar civiya û di civînê de derfetên ji bo pêşvebirina peywendiyên dualî yên di warên bingeha sermayeguzarî û weberhênana Hîndistanê de û vekirina deriyan ji  kompanyayên Hîndiyan re hat gotûbêjkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvariya îro Semiyê 19ê Sibata 2022yanli dirêjahiya duyem roja hevdîtin û civînên xwe yên li Konferansa Ewlekariya Munchenê deli gel Wezîrê Derve yê Hîndistanê Subrahmanyam Cayşankar civiya.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di civînê de derfetên ber bi pêşvebirina peywendî û warên alîkariya hevbeşa Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Hîndistanê û bingeha sermayeguzarî û weberhênana Hîndî û vekirina deriyan bo kompanyayên Hîndiyan hatin gotûbêjkirin û di derbarê pêşhatên dawî ya rewşa siyasî û emniya Iraqê û navçeyê de bîr û ramanên xwe derbirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Wezîrê Derve yê Hîndistanê spasiya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê derbirî ku ji bo wê piştgîriya li destê karê Hîndiyan dike û derfeta kar dide wan, herwiha behsa bernameya welatê xwe ya ji bo binyatan û pêşxistina şiyanên wan a li Herêma Kurdistanê kirin û dûpat kir ku dikarin di warê tendirustî û bankdarî û zanîngehê de meşq û rahênanê pêşkêş bikin.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî, ji bilî tekezkirina xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Hîndistanê, behsa destê karê Hîndî li Herêma Kurdistanê kir ku komek pîşegerê karkerin û hemû piştgîriyek li wan tê kirin.

Li gor daxuyaniyê firehiya neteweyî û olî û dewlemendiya kultûra pêkvejiyan û serdana welatiyên Herêma Kurdistanê ya ji bo çareseriya pizîşkî li Hîndistanê û çend pirseke din ê girîng û hevbeş, mijarên din ên civînê bûn.

 

Nêçîrvan Barzanî: Pêwistiya me bi alîkariya Almanyayê heye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munchenê li gel berpirsên bilind ên Wezareta Berevanî û Wezareta Alîkariya Aborî û Geşepêdana Almanî civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Munchenê yê Almanyayê îro Şemiyê 19ê Sibata 2022yan di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de li du hevdîtinên cuda de ligel Wezîrê Dewletê yê Wezareta Berevaniyê Thomas Hitschle û Wezîrê Dewlet yê Alîkariya Aborî û Geşepêdana Almanya Nulz Enin civiya.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kir ku ji bo alîkarî û piştgîriya mirovî û serbaziya wî welatî li Iraq û Herêma Kurdistanê bûye.

Nêçîrvan Barzanî herwiha behsa dirustkirina Nexweşxaneya Pêşmerge ji aliyê Almanya ve û meşq û rahênana hêzên Almanî bi Pêşmerge kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Nêçîrvan Barzanî  anî ziman ku ji bilî wê yekê pêwîstiya berdewamiya alîkariyê ji bo ji navbirina DAIŞê, Herêma Kurdistanê li di warê jêrxan û binyatnan û bihêzkirina sazî û damezraweyên xwe de jî pêwîstî bi piştgîrî û hevkariya Almanyayê heye.

Ji aliyê xwe ve berpirsên Almanî ji bilî derbirîna xweşhaliya bi asta peywendiyan li gel Herêma Kurdistanê, tekez li ser xwesta zêdetir pêşxistina bi peywendiyan û berfirehkirina warên alîkariya di navbera her du aliyan kirin.

Rewşa siyasî li Iraqê, pirsa vegerandina koçberan û kêşeyên li ber wan, gef û metirsiyên serhildana DAIŞê, rewşa navxweya Herêma Kurdistanê, babeta koç û koçberan û nirxandina rewşa navçeyê bi giştî, çend aliyeke mijarên hevdîtinê bûn. 

Şandeke Kongresa Amerîka: Em bi girîngiyê li Herêma Kurdistanê dinêrin

 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî  li bajarê Munchenê yê Almanyayê li gel şandeke bilind a Kongresa Amerîka civiyan. Di wê civînê de endamên Kongresa Amerîka diyar kirin ki ew bi girîngiyê li Herêma Kurdistanê dinêrin

Îro Şemiyê 19ê Sibata 2022yan di çarçoweya çalakiyên xwe yên li Konferansa Ewlekariya Munchenê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel şandeke bilind a Kongresmanên Amerîka bi Serokayetiya Lindsey Graham civiya.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û rewşa Iraqê bi giştî û hewlên pêkanîna hikûmeta nû û pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Amerîkayê hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Şanda Kongres dûpat kir ku Kongres bi girîngiyê li Herêma Kurdistanê dinêre û wan peywendiyeke bi hêz di navbera xwe de heye, bi berçavgirtina wan hemû gefan jî ku li navçeyê hene, em bawer in divê peywendiyên me bihêz bimînin û pêşve bibîn.”

Herwiha hat gotin ku Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî jî spasiya wan ji bo hevkarî û piştgîriya Amerîka ya ji bo Herêma Kurdistanê derbirî.

Di heman civînê de Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, berdewamiya piştgiriya wan a ji bo Herêma Kurdistanê ya ji bo nehiştin û ji navbirina yekcarekiya DAIŞê bi girîngî dane zanîn.

Her wiha di civînê de behsa biryara vê dawiyê ya Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê ya di derbarê yasaya petrol û gaz li Herêma Kurdistanê hat kirin û hatin gotin ku ew biryar xizmeta aramiya rewşa Iraqê û çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federalî nake.

Cîgirê Serokwezîrê Urdunê: Em dê peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re pêş bixin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî di duyem roja Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de civiyan û di wê civînê de Eymen Sefedî got ku “em dê peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re pêş bixin”

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê hate kirin ku herdu alî amade ne peywendiyên dualê li pêş bixin û tekezî li ser girîngiya berfirehkirina derfetên pêwendî û hemahengiya hevbeş a navbera herdu aliyan hat kirin.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de wiha got: "Di civîna de Eymen Sefedî slav û rêzên Şah Ebdullahê Duyemîn ji Nêçîrvan Barzanî re ragihand û dûbare kir ku welatê wî di peywendiyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re girîng dibîne.”

Rewşa siyasî ya Iraqê mijareka din a gotûbêjên di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîr Urdinê de bû û li gor Serokatiya Herêma Kurdistanê “behs li proseya siyasî ya niha hat kirin û hat gotin ku divê hemû jî alîkar bin ji bo vegerandina rastkirina proseuaa siyasî û aşitî û aramiya siyasî.”

Di dawiya daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de jî hat gotin, “Di civînê de tekezî li pêşxistina peywendiyên dualî hate kirin û Nêçîrvan Barzanî di vê derbarê de spasiyên xwe ji bo piştgirî û peywendiyên dîrokî ligel Urdinê kir û slav û rêza xwe bo Şahê Urdinê şand.”

Serokê Xaça Sor a Navneteweyî bo Nêçîrvan Barzanî: Em dê bi hev re kar bikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Xaça Sor a Navneteweyî Peter Maurer civiyan û Pether Maurer spasîya Nêçîrvan Barzanî kir ku li Herêma Kurdistanê hevkarî ligel Xaça Sor kiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 19ê Sibata 2022yan di duyem roja Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de pêşwazî li Serokê Xaça Sor a Navneteweyî Peter Maurer kir.

Derbarê civînê de Ofîsa Serokartiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku di civînê de rewşa Iraqê, liv û tevgerên DAIŞê yên li Sûriyê, êrîşa wê rêxistina ya li dijî Girtîgeha Xiwêran a Hesekê û rewşa herêmê gotûbêj kirin.

Di wê daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de de wiha got: "Nêçîrvan Barzanî rola rêxistina Xaça Sor a Navnetewî bi girîngî nirxand, bi taybet li navçeyên alozî hene. Nêçîrvan Barzanî herwiha spasiya wê rêxistinê kir ji bo xebat û çalakbûna wê ya mirovî li Herêma Kurdistanê û tekezî li ser hemû piştgirî û amadebûna Herêma Kurdistanê kir ku hevkariya xwe bi wan re berdewam bike."

Her li gor daxuyaniyê Peter Maurer kurteyek ji kar û barên wan ên li Herêma kurdistanê pêşkêş kiriye û spasiya Nêçîrvan Barzanî kiriye, ji ber ku dezgehên hukûmeta Herêma Kurdistanê bi Xaça Sor a Navnetewî re hevkarî kiriye.

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihand ku Serokê Xaça Sor a Navneteweyî Peter Maurer gotiye: “Em bi girîngî li Herêma Kurdistanê dinêrin û em dê alîkariya hevpîşeyên xwe bidomînin.”

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du alî li hev kirine ku li Rojhilata Navîn eger îstîkrara siyasî nebe alozî û tevlihevî dê çê bibin û dê bibe sedema koçberiyê.K

Di heman demê de her du alî jî di wê baweriyê de ne ku ew tişta DAIŞê li zindana Hesekê encam dayî  cihê xemsariyê ye û zengilekî metirsîdar.

Endama Kongreya Amerîkayê: Me behsa çawaniya parastina asayîşa Herêma Kurdistanê kiriye

 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de li gel Endama Komîteya Karûbarên Serbazî ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê Elissa Slotkin civiya. Slotkin diyar kir ku li gel Serokê Herêma Kurdistanê hevdîtineke baş pêk anîne û di civînê de li ser rol û alîkariya Amerîkayê axivîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 19.02.2022 di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de li gel Endama Komîteya Karûbarên Serbazî ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê Elissa Slotkin civiya.

Elissa Slotkin di derbarê civînê de ji Rûdawê re axivî û got “Belê, civîneke me ya baş ligel Serok hebû. Demeke zêde ye van rêzdaran dinasim, wate ji wê demê ve ku li Iraqê bûm. Em derbarê siberoja navçeyên Kurdî yên Iraqê de axifîn. Em li ser peywendiyên navbera navçeyên Kurdî yên Iraqê û Bexda û rol û awayê alîkarîkirina Wilayetên Yekbûyî yên Amerîkayê di wî warî de axifîn. Bi nerîna min hertim gelekî nêzîk bûn, bi taybetî van çend salên borî di dema şerê dijî DAIŞê de. Me bi hev re şer kir, lewra civîneke gelekî erênî bû.

Demeke zêde ye min ligel Kurdan kar kiriye, wê dema ku çûn Pentagonê bo wêya alîkarê dabînkirina beşekê mûçeyê Pêşmerge bin, ku çend sal berî niha bû daku şerê DAIŞê bikin. Bi baweriya min ew mijareke bi hebûna kereste ve girêdayî ye û pirs ew e ka çawa dikarin alîkar bin bo hebûna asayîşê li Bakurê Iraqê. Herwiha çawa dikarin garantiyê bidin ji wêya peywendiyeke bihêz di navbera artêşa me û saziyên me yên îstîxbaratê de heye, herwiha çawa kar bikin di mijara çareserkirina krîzan de, bi taybetî dema mijar bi hikûmeta navendî ve girêdayî be.

Gelekî baş e. Konferansa Asayîşê ya Munchenê platformeke girîng e û hemû serkirdeyên bilind ên cîhanê li vê derê ne; Loma amadebûna li vê derê gelekî girîng e daku ligel hejmareke zêde ya kesan biaxifî û derbarê rewşa Iraqê de biaxifî.”

Wezîra Derve yê Swêdê: Pêwendiyeke min pir baş bi Nêçîrvan Barzanî re heye

 

Wezîrê Derve yê Swêdê derbarê hevdîtina xwe ya li gel Serokê Herêma Kurdistanê de ragihand, ku peywendiyeke gelek baş a şexsî li gel Nêçîrvan Barzanî heye û dê pêwendiyên wan ligel Herêma Kurdistanê berdewam bin.

Îro şemiyê 19.02.2022, di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde civiyan.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde “Baş e, gelekî kêfxweş im bi civîna ligel Serok. Peywendiyeke gelekî bihêz di navbera Swêd û Kurdistanê de heye. Min bi xwe serdana Hewlêrê kiriye û peywendiyeke gelekî baş a siyasî di navbera me de heye, lê peywendiyên me yên gelekî baş ê kesî jî hene; ew jî li gor min girîng e. Bi nerîna min peywendiya navbera Kurdistan û Swêdê bihêz e û dema çendîn deh salan berdewam e û ew peywendî jî di çendîn deh salên siberojê de berdewam dibin.”

Peywendiyên Swêd û Herêma Kurdistanê xwedî dîrokeke dirêj in. Di dema şerê DAIŞê de, Swêdê nêzîkî 200 şêwirmendên leşkerî ji bo alîkariya şandin Pêşmerge Herêma Kurdistanê. Di heman demê de hejmara kurdên li Swêdê dijîn ji 150 hezarî zêdetir e.