Li Almanyayê êrişa bi çekan: 11 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hanauyê yê Almanyayê li du kafeyên cuda êrişa çekdarî hat kirin û di encamê de 11 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn. Herwiha tê gotin ku di nav qurbaniyan kesên Kurd jî hene.

Rêveberiya Asayişa Hessenê ragihand ku duh 19ê Sibatê saet derdora saet 22.00ê li bajarê Hanauyê li ser herdu cadeyên Heumaekt û Kurt Shumacherê li du kafeyan êrişa çekdarî hat encamdan.

Li gor medyaya Almanyayê di encama êrişê de herî kêm 11 kes hatin kuştin û 5 kesên din jî bi dijwarî birîndar bûne.

Li gor nûçeya malpera Bild a Almanî di nava qurbaniyan de kesên Kurd jî hebûne.

Rêveberiya Asayişa Hessenê herwiha ragihand ku derbarê 2 gumanbaran de dest bi xebatên desteserkirinê kirine û ji şahidhalên jî daxwaz hate kirin ku ji hêzên asayişê re bibin alîkar.

Herwiha hat ragihand ku yek ji gumanbaran di mala xwe de kuştî hate dîtin û termê kesekî din jî li nêzîk mala wî hate dîtin.