Trump: Serdema zêrîn a Amerîkayê dest pê dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump / Wêne: AFP

Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ku bû serokê 47emîn ê Amerîkayê di axaftina xwe ya ewil de got, "Serdema zêrîn a Amerîkayê dest pê dike".

Li Washingtona paytexta Amerîkayê ji bo sondxwarina destbikarkirina Donald Trump merasêmek hat lidarxistin.

Donald Trump îro sond xwar û bi fermî bû 47emîn serokê Amerîkayê.

Trump piştî sondxwar behsa xebatên xwe yên bike kir.

Bi gotina Trum “Serdema zêrîn a Amerîkayê dest pê dike" û wî got:

“Ji îro pê ve welatê me dê careke din li cîhanê bi pêş bikeve û rêz lê were girtin.

Em dê bibin welatekî ku her kes hesûdiyê pê bibe û êdî em dê destûrê nedin ku (Amerîka) were çewisandin."

“Em dê rê li ber koçberan bigirin”

Trump di axaftina xwe de li ser koçberiyê rawestiya û got, "Em dê pêşiya ketina neqanûnî ya welêt bigirin."

Serokê nû yê Amerîkayê her wiha ragihand ku ew dê rewşa awarte ya neteweyî îlan bike û wekî berê jî soz dabû wan dê pêşiya koçberiya neqanûnî bigire.

Trump her wiha got ku ew dê navê Kendava Meksîkayê biguherîne û bike "Kendava Amerîkayê".

Li ser Qenala Panamayê jî Trump got, "Qenala Panamayê Çîn bi rê ve dibe. Me ew neda Çînê, me ew da Panamayê û em dê wê bistînin."

“Amerîka dê bibe welatê hilberînê"

Trump got, "Ez dê îro komek biryarnameyên serokatiyê yên dîrokî îmze bikim.

Bi van biryarnameyan em dê dest bi nûjenkirina temam a Amerîkayê û şoreşa hişmendiyê bikin."

Serokê 47emîn ê Amerîkayê di axaftina xwe ya merasîma sondxwarinê de got, "Amerîka dê dîsa bibe welatê hilberînê.

"Em dê otomobîlên xwe dîsa li Amerîkayê çêbikin.”