Ji îflaskirinê ber bi împaratoriya darayî ve: Obama çawa tinaz bi Trump kir û wî jî biryar da bibe serok?

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Donald Trump dê wekî serokê 47emîn ê Amerîkayê sonda yasayî bixwe.

Gelek agahî hene derbarê Donald Trump de ku dibe ku xwînerên Kurd pê nizanibin.

Demekê îflaskirî bû lê piştre bû împaratoriyeke darayî û niha jî ne tenê serok e, milyardereke jî.

Piraniya şevan li klûb û cihên reqsê li gel keçan derbas dikir.

Bi roj jî bi pey cih û erdên bazirganî de bû; daku wan bike Taj Mahal, Mall û gazînoyên qumarê.

Demekê xwediyê împaratoriyeke darayî bû. Towera ewrbir û firokeya wî ya taybet hebû.

Serdemekê jî wiha hewqasî îflas bûbû; berê xwe dida bazirganiya hûr û heta reklam jî jê re dikir.

Jiyana taybet, karê bazirganî û helwestên wî yên siyasî her dem li ser zimanê xelkê bûn;

Stêrka show û bernameyên televizyonê bû;

Em li vir behsa Donald Trump dikin;

Milyarderê Amerîkî;

Ew kesê ku bi dehan hilkişîn û dakişîna aborî û berjor û berjêra siyasetê derbas kiriye û ranewestiya ye heta di dawî de bû Serokê Amerîkayê.

"Ya me kir tiştekî dînane bû"

Serokê Amerîkayê Donald Trump got, "Êdî zelal e em gehiştin destkefteke siyasî ya mezin.. ya me kir tiştekî dînane bû, serkeftineke siyasî ya mezin e. Berî me tenê carekê çêbûye."

Dema dibêje tenê carekê çêbûye, mebesta wî Grover Cleveland e;

Demokratek ku di 1885an de bû 22yemîn serok, çar sal paşê biser neket, lê di hilbijartina sala 1893ê de careke din bi ser ket û bû serokê wî welatî.

Rast e xala hevbeş a Cleveland û Trump du gerên serokatiyê yên ji hev qutbûyî ne;

Lê kesayet û qonax gelekî cuda ne.

"Cudahiya rastîn a Trump û yên beriya wî, pêdagirî û giyanê wî yê hevrikiyê ye"

Pisporê têkiliyên Navneteweyê Thomas Gift wiha anî ziman:

"Bi nerîna min cudahiya rastîn a Trump û yên beriya wî, pêdagirî û giyanê wî yê hevrikiyê ye.

Ew taybetmendiya wî zilamî ye ku ji zaroktiyê ve ew taybetiya wî hebûye û bavê wî jî ew zanibû."

Ji Fred Trump, bazirganekî xanî û avahiyan ê bi esil Alman û Mary Anne, welatiyeke bi esil Skotlandî, Donald Trump sala 1946ê li New Yorkê ji dayîk bûye.

Piştî 2 salan xwendin li Akademiya Leşkerî û çar salan li Zanîngeha Pensilvanyayê, Trump sala 1968an bawernameya xwe ya zanista aborî bi dest xist.

Avakirina Trump Towerê

Her di wê salê de tevlî kar û bazirganiya bavê xwe bû; kêmî salekê karî li ser lingên xwe bisekine; piştî nêzîkî 6 salan karî çend milyon dolaran kom bike.

Sala 1983an, li gel bavê xwe, bi 300 milyon dolarî Trump Tower a 58 qatî ava kir ku lutkeya wê digihişt ewran.

Hezkirineke bêsînor a Trump bo bazirganiya xanî û avahiyan hebû;

Ev jî di rastiyê de ji ber bandora kesayetiya bavê wî bû...

"Donald Trump gelekî heyranê bavê xwe bû"

Civaknas Lindsey Cormackê got, "Divabû piştrast bûya ku karên wî rast wek wê yekê ne ku bavê wî dixwaze.

Donald Trump gelek heyranê bavê xwe bû û her dem li pey şopa wî diçû, ji bilî mijara sînemayê ku tişta dikir li dijî xwesteka bavê wî bû."

Trump ji zaroktiyê ve hez ji sînema û nîmayîşa medyayê dikir.

Ji 1989an heta 2001ê, beşdarî kêmtirîn 43 fîlm, rêzefîlm û showên komedî bû.

Beşek ji wan bi pereyên hevbeş ên berhemanînê bû.

Wate hem xwesteka xwe têr dikir û berîka xwe jî pê germ dikir..

Beşek ji wan di berdêla xuyabûna di wan de hişt ku ew birc û otêlên xwe bikar bîne; Wekî Home Alone 2 di 1992yan de.

Gelek caran bi navê xwe derdiket û kêmtir bi navê karakterê sînemayî.

Ya herî xuya jî rêzefîlma "Apprentice" bû ku ji 2004 heta 2015ê, herî kêm 15 demsalan pêşkêş kir, Trump beşdarî 14an ji wan bû, hevparê berhemanînê jî bû.

Pere, desthilat, navûdeng, axaftin û rêkûpêkî, Trump kir kesayetiyeke diyar û her dem mijara axaftina beşeke zêde ya civaka Amerîkayê, bi taybetî di medya civakî de...

Lê ev tenê aliyekî Trump e, rastî ew e ku Trump hevdem ligel mijûlbûna bi kar û çalakiyên bazirganî û kêfxweşiyê, gelek caran serê wî bo siyasetê jî xweriya ye.

Car car rexne li siyaseta serokên Amerîkayê digirt û hinek caran wek gêj bi nav dikirin.

Bi hesret behsa Amerîkayê dikir û digot ti serokek nîne tam li gor kursiyê serokatiya Amerîkayê bûbe..

Ew xwesteka xwe jî venedişart, wek lîstikên boks û guleşê, dixwest rûbirûyî wan bibe û bi her nirxekî be serkeftî be.

Şirovekarê Siyasî Nicholas Riccardi diyar kir, "Donald Trump di hilbijartina serokatiyê ya 5ê Mijdarê bi ser ket.

Bi wî awayî her du xewnên xwe bi dest xistin, ji aliyekî ve careka duyem bû serok, ji aliyê din ve jî ew kursiyê desthilatê xist destê xwe ku berê wî layîqî ti siyasetmedarekî ne didît."

Wan gilî û gazinan ew han da ku tevlî partiyên siyasî bibe, lê Trump di guhertina helwêst, bîr û bawerî û nerînên xwe yên siyasî de, texsîr nekiriye..

Ji 1987 heta 1999an endamê Partiya Komarî bû;

Ji 1999 heta 2001ê çû eniya reformxwazan;

Paşê dest jê berda û heta sala 2009an bû Demokrat;

2011 heta 2012an xwe wekî serbixwe da nasandin.

2012 vegeriya nav hembêza Partiya Komarî.

30ê Nîsana 2011an li Washington DCya paytexta Amerîkayê di helkefteke taybet de bi amadebûna zêdeyî 2 hezar û 500 rojnameger; bi sedan berpirs siyasetmedarên Komarî û Demokrat; kesayetiyên navdar ên Amerîkî; di nav wan de Donald Trump ku beriya wê şevê gotibû Obama li Amerîkayê ji dayik nebûye û belgeyên jidayikbûna wî li giravên Hawaiyê sexte ne; ev jî binpêkirina yasaya Amerîkayê ye ku tenê yên li ser axa welêt ji dayik bûne mafê wan heye bibin serok..

Tinaz û rexneyên Obama

Wê şevê, Obama bi tevlihevkirina tinaz û rexneyên tund û sivikayetî êrişî Trump kir.

44emîn Serokê Amerîkayê Barack Obama got, "Donald Trump îşev li vir e, ez dizanim Trump rexneyên tund li min girtine derbarê cihê jidayikbûna min de.

Ti kes wekî Trump dilê xwe rihet nake ku li pey van çîrokan bigere, hewl jî bide bizane ka çîroka çûna Amerîkayê ya ser heyvê rast e yan sexte ye?"

Ji ber kenê mêvanan, Trump hêrsa xwe daqurtand lê di hundirê xwe de, li gorî gotina hinek kesên derdorê, soz da ku bibe serokê Amerîkayê.

Ev xala werçerxanê ku ne tenê jiyana Trump lê Amerîka û cîhan jî guherand.

Piştî 5 sal û nîv ji wê şeva Koşka Spî, Trump û Melaniya, hevjîna wî ya bi esil Slovenî bi otomobîleke gullenebir a camtarî çûn pêşberî Obama û Michelle ya hevjîna wî.

Paşê 20ê Kanûna Paşîn a 2017an wekî 45emîn Serokê Amerîkayê, sonda yasayî xwar.

45emîn Serokê Amerîkayê Donald Trump got, "Ez bi dilsozî erkê serokê Wilayetên Yekbûyî yên Amerîkayê cîbicîh dikim, Xwedê piştîvanê min be."

Hinek wî wekî populîst bi nav dikin ku li ser bingeha "parçe bike û serdest be" kar dike.

Bi nerîna hinek kesan jî bazirganekî tî yê qezencê ye; hemû biryarên xwe li gor qezenc û zerarê dipîve..

Li gorî hejmareke din jî, Trump niştimanperwerekî dijî sazî û dewleta kûr a 200 salî ya Amerîkayê ye û Xwedê wî diparêze…

"Amerîkayê dîsa mezin bikin"

"Amerîka berî her tiştî", "Berhemê Amerîkî bikire û bi kirê bigire"; her wiha "MAGA" - "Amerîkayê dîsa mezin bikin"; bi van sloganan çar salên serokatiya Trump, tevlihev û tijî gengeşî bûn;

Piştî hefteyekê ji destbikarbûnê, vîzeya Amerîkayê li heft welatên piranî misilman qedexe kir û bû sedema nîqaşeke zêde.

Wî wekî yekem serokê Amerîkayê piştî Eisenhower, ola xwe ji Protestanî bo Xirîstiyanekî nemezhebî guhert.

Li Kongresê her dem pirsgirêka wî ligel Demokratan hebû; li ser bac, koçberiya neyasayî, bernameyê tenduristî û serrastkirina duyem a destûrê taybet bi firotina çekan ji bo sivîlan û siyasetên derve; Trump berdewam bi helwêst, biryar û tweetên xwe cîhan matmayî dihişt.

Donald Trump di vê tweeta xwe de nivîsiye, "Çima Kim Jong Un êrişî min bike û min wekî pîr bi nav bike, di demekê de ku ez qet wî wekî kin û qelew bi nav nakim.

Ez gelekî hewl didim bibim hevalê wî, dibe ku rojekê ev pêk were."

Hevdîtina bi û Kim Jong Un re

Piştî du civînên lûtke yên di navbera Trump û Kim Jong Un de, Hezîrana 2018 û Sibata 2019an, havîna 2019ê navê Trump çû nav dîrokê.

Wekî yekem Serokê Amerîkayê ku ligel Serokê Koreya Bakur, bi hev re di navçeya ji çekan hatiye paqijkirin re derbas bû û lingê xwe danî ser axa Koreya Bakur.

Çar salên serokatiya Trump tijî gengeşî û alozî bûn; di warê Rojhilata Navîn de jî çend gavên mezin avêtin û biryar dan..

Gulana 2017an, Trump serdana Îsraîlê kir û tekezî li ser hevpeymaniya stratejîk a navbera Washington û Tel Avîvê kir; bi "kîbe" yê Cihûyan serdana wî cihî kir ku li Îsraîlê wek "Dîwarê Girînê" tê naskirin.

Qudsê wekî paytexta Îsraîlê nasand

Kanûna 2017a, Quds-Orşelîm wekî paytexta Îsraîlê nasand û balyozxaneya Amerîkayê veguhast wir.

Biryara 242 a sala 1967ê ya Encumena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî binpê kir ku rojhilatê wî bajarî wek navçeyeke Filistînî nas dike; paşê îtiraf bi serweriya Îsraîlê li ser bilindahiyên Golanê yên Sûriyê kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got, "Biryara we ya îtirafkirin bi serweriya Îsraîlê li ser bilindahiyên Golanê biryareke dîrokî ye. Em spasiya Serok Trump dikin ji bo wê biryara wêrek."

Di Gulana 2018an de, yekalî ji rêkeftina etomî ya Îranê vekişiya ku bi pêşengiya îdareya Obama di 2015ê de hatibû îmzekirin;

Trump her dem di wê baweriyê de bû ku rêkeftinê Tehran bihêztir û dewlemendtir kiriye; digot, 100 milyar dolar çûye ser hesabê wan..

Trump û Îran

Ev kêliya îmzekirina biryara wî û gef jî li desthilata Îranê xwar.

45emîn Serokê Amerîkayê Donald Trump got, "Di vê navberê de cezayên gelekî giran li ser Îranê tên ferzkirin eger dest ji armancên xwe yên etomî bernede. Rûbirûyê pirsgirêkên mezintir dibe."

Di Çileya 2020ê de bi fermana Trump, Fermandarê wê demê yê Feyleqa Quds ser bi Supaya pasdaran Qasim Suleymanî û çend berpirsên Heşda Şabî ya Îraqê li nêzîkê Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê, bi drone hatin kuştin.

Di Îlona 2020î de destpêşxeriya rêkeftinên bi navê Abraham xist holê;

Pêvajoyeke taybet a avakirina têkiliyan di navbera Îsraîl û welatên endamên Komkara Erebî de..

Biveyek bû ku pêşî bi her du welatên Îmarat û Behreynê dest pê kir.

Vekişîna hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê

Çiriya Pêşîna 2019an, Qamişlo, bajarê pirpêkhate yê Rojavayê Kurdistanê ye, xelk keviran diavêjin otomobîlên leşkerî yên artêşa Amerîkayê, rexneyên tund li biryarderên wan digirin, wan wekî bêbext û hevalê nîvê rê bi nav dikin.

Ew jî piştî biryara Trump a vekişandina nêzîkî hezar leşkerên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê, bêyî liberçav girtina gefên Tirkiyeyê ji bo êrişkirina ser navçeyên Serê Kaniyê û Girê Spî..

Trump li Koşka Spî sedema biryara xwe eşkere kir..

Donald Trump got, "Ez naxwazim hêza leşkerî li wir bihêlim, gelekî metirsîdar e. Artêşa me ketiye navbera du artêşên mezin ên herêmê.

Tenê hejmarek kêm dimînin ji bo parastina petrolê, herwiha li ser daxwaza Urdin û Îsraîlê me hêzeke biçûk hiştiye."

Biryar rûbirûyê rexneyên beşek ji civaka Amerîkayê, navendên lêkolînê û herwiha kesên nêzîkî Trump bû; nerazîbûn li ba piraniya senatoran jî çêbû.

Trump, neçar ma ji biryara xwe vegeriya û Mike Pence cîgirê xwe şand Enqereyê da ku zû agirbestek were ragihandin û êrişên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê bên rawestandin.

Guşara medya alîgirê Demokratan berdewam bû ku hewl dida Trump bixe quncikekê û jê re bibêje "Te dest ji Kurdan berda di demekê de ku wan alîkariya Amerîkayê kirine di têkbirina DAIŞê de".

"Kurd ji bo parastinaa xa xwe şer dikin"

Donald Trump got, "Kurd ji bo parastinaa xa xwe şer dikin. Îro kesekî gotarek gelekî bihêz di rojnameyê de nivîsîbû û tê de gotibû, wan alîkariya me nekir di Şerê Cîhanê yê Duyem de, alîkariya me nekirin di şerê Normandiyê de. Tevî wê jî, me pereyekî gelekî zêde xerc kir di alîkariya Kurdan de bi dayîna çek û pereyan. Em ji Kurdan hez dikin."

Kanûna Paşîn a 2020î Serok çûne Davosê, bajarokê bi berf ê Swîsreyê ji bo gotûbêjkirina mijarên germ.

Yek ji wan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye, yê din Serokê Wilayetên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump e.

Civîneke germ û dostane pêk anîn û Trump, Nêçîrvan Barzanî wek "Şervanê mezin" bi nav kir.

Baca li ser behemên Çînê

Ji alûmînyûm û hesin bigire heta panêlên enerjiya rojê, cilşok û bi sedan berhemên din ên Çînî, ketin ber bac û gumruka îdareya Trump. Salane nêzîkî 750 milyar dolar bazirganî di navbera wan de heye.

Çîn bi qasî 200 milyar dolarî berhemên zêdetir dişîne Amerîkayê; kurthênanek ku ligel kesayetî û sozên Trump hevnagire.

Li gel Rûsyaya Vladimir Putin, Trump çar salên heta astekî bê pirsgirêk derbas kirin.

Heta hinek Demokratan Trump wekî "pêlîstoka destê Putin" bi nav dikir.

NATO

NATO pirsgirêkeke din a Trump bû li gel welatên endam.

Donald Trump got, "Daxwazê ji NATOyê dikim ku herî kêm ji sedî 3yê berhemê navxwe ji mesrefên leşkerî re veqetîne, Amerîka ne neçar e ku hemû erkê NATOyê bixe ser milê xwe."

Kar gihişt wê astê ku Trump gefa vekişîna ji rêxistina NATOyê bixwe; tirs û nîgeranî ket nav welatên endam, Almanya û Fransa şepirze bûn.

Serokatiya Biden

Çiriya Paşîn a 2020î hilbijartina serokatiyê hat kirin û Biden û Harris bi ser ketin.

81 milyon deng li hemberî 74 milyon deng ji bo Trump. Trump got sextekarî çêbûye; alîgirên xwe teşwîq kirin ku xwepêşandaneke mezin li ber Kongresê bikin.

Li wir tevlihevî, alozî û pevçûn çêbû; kuştî û birîndar jî hebûn;

Lê dawî; her Biden wekî 46emîn serokê Amerîkayê hat hilbijartin û Trump jî bo demekê li Mar-a-Lago, havîngeha xwe ya li Florîdayê ma û carinan daxuyanî didan..

Heta Mijdara 2022ê hat û bi fermî bû berbijêr postê 47emîn serokê Amerîkayê; daxuyaniyek bû ku alîgirên wî kêfxweş û dilşad kirin..

Alîgira Trump an bi navê Ginayê got, "Ez gelekî kêfxweş im, hêviyeke min a zêde heye. Bi piştrastî em dê bi ser bikevin eger Demokrat wekî cara berê sextekariyê nekin."

Ji wir û pê ve êdî serêşiyên Trump dest pê kir. Di Adara 2023yan de dozên dadgehî yên Trump hatin holê.

Çar lîsteyên mezin zêdeyî 80 tawanan li dijî Trump hatin vekirin, ji xwedizîna ji bacê bigire heta veşartina belgeyên nihênî yên hikûmetê û êrişên ser Kongresê û destdirêjiya zayendî, Trump hemû tohmet red kirin û got destekî siyasî yê veşartî li pişt wan heye.

Astengiyên Trump gihiştin gefkirina li jiyana wî; di Temûza 2024ê de li bajarê Butler ê Pensilvanyayê teqe lê hat kirin, gule li beşa jorê ya guhê wî yê rastê ket;

Paşê Trump bi zirekî û ciwanî xist çarçoveya ruhaniyat û peyama olî..

Donald Trump got, "Xwîn bi her aliyekî de diherikî, lê tevî wê jî min hest dikir ku ez parastî me ji ber Xweda ligel min e, min hest bi wê yekê kir."

Di Kanûna Pêşîna 2024an û hewayeke sar a Fransayê de; jîngeheke germ a olî tevlî siyasetê ahenga vekirina duyem a Katedrala Notre-Dame a 800 salî ya Parîsê de hat sazkirin.

Hezar û 500 mêvan di nav wan de 50 serok û rêberên cîhanê amade bûn. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yek ji wan bû..

Nêçîrvan Barzanî çendîn hevdîtinên kurt bi serokan re kirin; yek ji wan ligel Donald Trump, serokê hilbijartî yê Amerîkayê.

Di van sindoqan de kartên dengdana hilbijartina serokatiya 2024ê ya Amerîkayê hene; Trump bi nêzîkî 2 milyon û 300 hezar dengan ji Harris bir.

Kart bo Kongresê tên birin bo pesendkirina encaman.

Cemasergîriya siyasî ya Amerîkayê bi zelalî di nav wê nuxbeya siyasî ya Encumena Pîran de derdikeve.

Komarî tenê çepikan ji bo navê Trump û Vance yê cîgirê wî lê didin;

Demokrat jî tenê bi anîna navê Harris û Waltz ê ku cîgirê wê bû; radibin ser piyan...

Dabeşbûnek; xula duyem a serokatiya Trump an wek a yekem, tijî alozî û tevlihevî dike;

Yan vê carê serokê 78 salî;

Ezmûna xula yekem tevlî ya duyem dike û bi aqilî û hişyarî lê tund û qayîm;

Li ser bingehê slogana xwe ya nû "Misogerkirina aştiyê bi rêya hêzê"; ligel navxweyê Amerîka û cîhana derve tevdigere.