Serokwezîrê Belcîkayê Michel dev ji kar berdide

Navenda Nûçeyan - Serokwezîrê Belcîkayê Charles Michel ragihand ku biryara îstifayê daye û dê daxwaznameya xwe "demildest" pêşkêşî Qral Philippe bike.

 

Li Parlementoya Federal a Belcîkayê, Partiya Sosyalîst a Flaman (SP.A) ya ku piştgirî ji Keskan sitend û piştî ku ji Partiya Sosyalîst (PS) "dengê pênebawer"iyê sitend, Michel daxuyand ku dê dev ji kar berde. 


Charles Michel got: "Min biryar da ku dev ji kar berdim. Demildest ez dê biçim ba Şah."


Desthilatdariya Şahê Belcîkayê Philippe heye ku devjikarberdana Michel "rabiwestîne", "qebûl bike" û yan jî "bi cih de red bike".


Dana piştevaniyê bo Hevpeymaniya Koça Gerdûnî ya Neteweyên Yekbûyî, hikûmeta Michel xistibû jêr metirsiyê.