Îbrahim Ceiferî: Mafê Hewlêrê nîne

New York (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahin Ceiferî got, mafê Herêma Kurdistanê nîne, derbarê bicihbûna hêza Tirkiyê li herêma Başîkê de biryarê bide.

Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî, giliyên Hikûmeta Iraqê yê der heqê leşkerên Tirkiyê yên li herêma Başîkê ya Mûsilê bicihbûne de gotûbêj kir.

Piştî civîna Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahin Ceiferî daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand: “Haya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji mijara yekîneya Tirkiyê hejmara leşkerên xwe li Iraqê zêde kirî nebû. Dema yekîneya Tirkiyê 110 kilometreyan derbasî axa Iraqê bû, rêveberiya Hewlêrê şokê bû.”

Ceiferî diyar kir ku divê helwesta Hewlêrê jî derbarê vê mijare de wekî ya Bexdayê be.

Îbrahim Ceiferî: Desthilatdariya Hikûmeta Iraqê tê binpêkirin

Îbrahim Ceiferî ji Rûdawê re got: “Mafê Herêma Kurdistanê nîne, derbarê bicihbûna hêza Tirkiyê li herêma Başîkê de biryarê bide. Desthilatdariya Hikûmeta Iraqê hatiye binpêkirin. Hikûmeta Navendî ya Iraqê derbarê vê yekê de helwesta xwe eşkere kiribû. Xweşk û birayên me ên kurd jî vê rastiyê dizanin.”

Herwiha Wezîrê Karên Derve yê Iraqê destnîşan kir, Bexda naxwaze li hemberî Enqereyê hêza leşkerî bikar bîne.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî di 5 Berfanbarê de ragihandibû, Tirkiyê di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de leşkerên xwe şandine herêmê.

Dizeyî wiha gotibû: “Tirkiyê ji bo perwerdeya leşkerî bide hêzên Iraqê li herêma Mûsilê navendek a perwedeyê ava kiriye. Tevgerên vê dawiyê ji bo bibandokirina wê navendê ye.”