Li Danmarkê jineke DAIŞî bi 3 sal zîndanî hat cezakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Danmarekê jinek bi tohmeta ku li Sûriyê û Iraqê tevlî DAIŞê bûye, bi cezayê 3 sal zîndanan hate mehkûmkirin.

Dadgeha Danmarkê jineke  DAIŞî ya 35 salî,  bi “propagandaya rêxistineke terorîstî kiriye, bi qaçaxî derbasî Sûriyê bû ye û ketiye nava DAIŞê” tawanbar kir.

Ew jina Danmarkî berî 8 salan çûye Sûriyê, li Reqa û Dêrazorê di nav DAIŞê de maye.

Dozgeriya Giştî ya Danmareka got, tevî ku nayê zanîn ew jin beşdarî şer bûye yan na, lê wê “piştevaniya terorê” kiriye.

Di cotmeha sala borî de Danmarka 14 zarok û 3 jinên ji malbatên çekdarên DAIŞê yên Danmarekî ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandin, wê demê 3 jin piştî gihiştina bafirgehê hatibûn girtin.